Artêşa Tirk li çiyayê Cûdî dest bi operasyonê kir

Artêşa Tirk li çiyayê Cûdî ya Şirnexê dest bi operasyonê kir.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, artêşa Tirk bi 'yekîneyên veşartî' li herêma Cûdî ya Şirnexê dest bi operasyonê kiriye.

Operasyon li qadên Girê Hirmo, Hesena û Girê Çolya tê kirin.

Tê gotin, liv û tevgera leşkerî ya li herêmê dewam dike û operasyon wê berfireh bibe.

Beriya niha bi çend mehan, 'yekîneyên veşartî' yên artêşa Tirk li heman herêmê dest bi operasyonê kiribûn û ji hêzên gerîla derbên giran xwaribûn.