Rejîma Îranê kolberek kuşt, 2 jî birîndar kir

Rejîma Îranê êrîş bir ser kolberan û di encamê de kolberek hate kuştin, 2 kolber jî birîndar bûn. 

Li gorî agahiyên Kolbernewsê parve kirî

, hêzên rejîma Îranê 17'ê Cotmehê li navçeya Kanîzerdê ya Serdeştê êrîşî kolberan kirin. Ji ber êrîşê kolberê bi navê Mistefa Hisênî bi giranî birîndar bû. 

Heman rojê li nêzî herêma Kanî Xodayî ya Pîranşarê dîsa hêzên rejîmê êrîşî kolberan kirin. Di vê êrîşê de jî kolberê bi navê Rehîm ku agahiyên li ser paşnavê wî nehate bidestxistin, bi giranî birîndar bû. 

20'ê Cotmehê jî li herêma Mêrgewer a Ûrmiyê hêzên rejîma Îranê kolber gulebaran kirine. Di vê êrîşê de kolberê bi navê Zekerya Bekirî hate kuştin.