Keyayên ji wezîfeyê hatin girtin: AKP tolê ji me hiltîne

Keyayên ku ji ber serî li ber Qesrê netewandin ji wezîfeyê hatin girtin, gotin ku AKP'ê 24'ê Hezîranê dengê ku li bendê bû li taxên wan bi dest nexist, lewma tolê ji wan hiltîne.

Desthilatdariya AKP'ê ku beriya hilbijartinên herêmî dest bi operasyonên qirkirina siyasî kir, vê carê berê xwe da keyayên ku serê xwe li ber Qesrê netewandine. Hefteya bihurî, keyayên taxên ku 70 ji sedî yê dengan ji HDP'ê re hatibû dayin, ji wezîfeyê hatin girtin.

Wezareta Karên Hundir a Tirk, li navçeya Artemêtan a Wanê keyayê taxa Şabaniye Çetîn Bîlîr, Keyayê Taxa Suphanê Ayhan Komî û Keyayê Taya Esentepe Ahmet Nanto çend roj berê ji wezîfeyê girtibû. Li şûna her sê keyayên bi dengê gel hatin hilbijartin, wê kesên ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir û qeyûmê talanker ê li Artemêtanê Atif Çîçeklî ve bên diyarkirin, werin tayinkirin.

Qeyûmê talanker Atif Çîçek ji roja ku li şaredariyê hatiye bicihkirin û vir ve taxên ku HDP'ê dengekî zêde lê wergirt, weke "taxên ji rêxistinê hez dike" deq kir, ferman da mamosteyan ku timî li ser vê mijarê raporan amade bikin û cerdevanên li herêmê bi xwe perwerde kir. Çîçeklî niha jî keya kiriye hedefa xwe.

Qeyûmê talanker Çîçeklî piştî hilbijartinên 24'ê Hezîranê got, "Me ewqasî xizmet kir, lê dîsa jî dengê xwe dan HDP'ê van mirovên nankor". Piştî ku Çîçeklî rapor da Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, 3 keya ji wezîfeyê hatin girtin.

DI HILBIJARTINÊN HERÊMÎ YÊN 2014'AN DE BI RÊJEYEKE BILIND A DENGAN BÛN KEYA

3 keyayên ji wezîfeyê hatin girtin, di hilbijartinên herêmî yên 2014'an de dengekî gelekî zêde li taxên xwe bi dest xistin û hatin hilbijartin. Çetîn Bîlîr 7100, Ayhan Komî 6894, Ahmet Nanto jî 140 deng stendin û bûn keya. Taxên ku keyayên wan ji wezîfeyê hatin girtin, bi rêjeyeke gelekî bilind deng dan HDP'ê.

BÎLÎR: JI ME XWESTIN KU EM SERÎ LI BER WAN BITEWÎNIN

Keyayên ji wezîfeyê hatin girtin Çetîn Bîlîr, Ahmet Nanto û Ayhan Komî ji ANF'ê re axivîn. Keyayê taxa Suphanê Bîlîr diyar kir ku li ser sedema girtina ji wezîfeyê hîn bi rengekî nivîskî tiştek ji wan re nehatiye ragihandin. Bîlîr anî ziman ku ji ber dengekî zêde li taxa wan ji HDP'ê re derket, qeyûm Çîçeklî ew tevlÎ civînan nekiriye û got, "Em bi dengê gelê xwe hatin hilbijartin. Tevî ev tişta anîne serê me, em ê 29'ê Adarê careke din bibin namzetê gelê xwe.

Em bi wezîfeya xwe ya asayî radibûn. Qeyûm ji me dixwest ku em bi rengekî bê şert û merc serî li ber wan bitewînin. Qeymeqam-qeyûm Çîçek ne ji me ne jî ji gel hez kir. Lê ev qet ne girîng e. Ji bo rojekê jî be, ji bo saetekê jî be em ê tawîzê ji nirxên xwe nedin."

KOMÎ: JI DENGÊ BILIND Ê HDP'Ê EM BERPIRSYAR DÎT

Keyayê taxa Suphanê Ayhan Komî got, tevî ku ew ji wezîfeyê hatin girtin jî gel xwedî li wan derketiye û diyar kir, di hilbijartinên Adara 2019'an de wê careke din bibe namzet. Komî got, "Gelek gelekî êşiya ji ber ku em ji wezîfeyê hatin girtin. Gelê me dixwaze, mirovên bi hilbijartinê hatine ser wezîfeyê, bi hilbijartinê biçe. Ji aliyê hiqûqî ve me serlêdana xwe kir.

Neheqî li me hate kirin. Ji ber ku HDP'ê li taxên me dengekî zêde kir, em berpirsyar nîşan dan. Ji 24'ê Hezîranê û vir ve tiştekî çê li taxa me nekirin, ev yek jî nîşan dide ku bi mejiyê tolhildanê nêzî me dibin. Wan em wezîfedar nekirin, lewma nabe ku me ji wezîfeyê bigirin. Em di nava gel de ne."

NANTO: NÊRÎNA SIYASÎ YA BIRAYÊN MIN KIRIN HINCET

Keyayê taxa Esentepeyê Ahmet Nanto diyar kir ku li ser girtina ji wezîfeyê sedemeke fermî jê re nehatiye ragihandin û got, "Sedemeke fermî negotin, lê belê nêrîna birayên min ên nêzî HDP'ê ne kirin hincet. Em 8 xwişk û bira ne û her kes azad e ku li ser çi bifikre. Lê belê ev yek weke sûc dîtin. Di hilbijartinan de ez ê careke din bibim namzet. Ya ku li me hatiye kirin neheqî ye. Sûcek nîne ku em ji ber wê ji wezîfeyê hatine girtin. Ev yek neheqî ye ku li mirovên deng dane me hatiye kirin."