HPG'ê li Bazîdê li yekîneya veşartî xist

HPG'ê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk xist. Û eşkere kir ku di çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

HPG'Ê LI BAZÎDÊ LI 'YEKÎNEYA VEŞARTÎ' XIST

"Artêşa TC a dagirker ev demeke li herêma navbera qereqolên Serêkanî û Gurbûlakê yên navçeya Bazîd a Agiriyê bi yekîneya veşartî kemînan datîne. Hêzên me ev demeke vê yekîneya veşartî dişopîne û di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de 20'ê Cotmehê saet 20:30'î li yekîneyê dan. Ji cihekî nêz derb li yekîneya dijmin hate xistin û 2 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi wesayitên zirxî gule li derdorê reşand û leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi rêya ambûlansan ji herêmê rakir.

LI ÇELÊ ÇALAKÎ: HEJMARA LEŞKERÊN HATIN KUŞTIN ZELAL NEBÛ

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd agirî de roja 20'ê Cotmehê saet 07:20'an li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de li kozik û stargehên dijmin hate xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

HÊZÊN GERÎLA LI SÎDEKANÊ LI ÇEPERÊN LEŞKERÎ XISTIN

Di çarçoveya pêngava şoreşgerî de hêzên me heman rojê saet 15'an li dijî leşkerên dijmin ên li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê çalakî pêk anîn. Derbên giran li çeperên dijmin hate xistin. Hejmara leşkerên birî û birîndar nehate zelalkirin."