Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li navçeyên Şemzînan û Geverê yên Colemêrgê di sê çalakiyên gerîla de herî kêm 28 leşkerên Tirk hatine kuştin.

YPG'ê li Efrînê derbeke din li hêzên dagirker da. Di çalakiyan de 2 leşker û 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên 14-15'ê Îlonê li navçeya Elkê ya Şirnexê di şer de şehîd bûn eşkere kir.

Serlêdana hevdîtinê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi sedema cezayê disiplînê ya 14’ê Îlona 2018’an a ji aliyê Saziya Disiplînê ya Midûryeta Saziya Înfaz a Ceza ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ve hate dayîn hate redkirin.

Têkiliyên siyasî, leşkerî û aborî yên dewleta Tirk ên bi dewleta Elman re 40 salên dawî mezintir bûn. Dewleta Elman ku xwe amade dike ji bo xalîçeya sor li ber lingên Erdogan raxe, berê jî madalya dabû lîderê cûnta 12'ê Îlonê Kenan Evren.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê ragihand di nava 24 saetên dawî de gundê Boxaza Jorî hatiye rizgarkirin û gelek çek û cebilxane hatine desteserkirin.

Îran ji gelek aliyan ve yek ji welatên herî dewlemend e. Lê belê 80 ji sedî yê nifûsa wê di bin sînorê birçîbûnê de ye.

Li nêzî girava Ûkara ya Tanzanyayê ferîbota bi navê "Nyerere" noqî binê avê bû. Herî kêm 79 kes mirin.

Platforma Jinan a Demokratîk a Elmanyayê ragihandin ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp  hatiye 'hermonîkirin' û li dijî 'dîktator' bang kir ku her kes xwe berde meydanan.

Artêşa Tirk da dagirker bi tevlîbûna cerdevanan li derdorî gundê Zorava ya dikeve navbera Kato Jîrka û Bestayê de dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Li Besta ya ku operasyon lê didome şer qewimî.