Cezayê disiplînê li Ocalan hatiye birîn

Serlêdana hevdîtinê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi sedema cezayê disiplînê ya 14’ê Îlona 2018’an a ji aliyê Saziya Disiplînê ya Midûryeta Saziya Înfaz a Ceza ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ve hate dayîn hate redkirin.

Bira û xuşka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya Mazlûm Dînç ji bo bi birayê xwe re hevdîtinê bikin bi rêya parêzeran cara 94'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Ev serlêdan jî hate redkirin.

HINCETA GIRTÎGEHÊ HATE GUHERTIN

Serdozgeriya ku heta niha bi hinceta ‘Qanûna di Derbarê Înfaz û Tedbîrên Ewlehî û Ceza ya Hejmara 5275’an’ ya ‘Sînordarkirina mafê di derbarê hikûmxwariyan de’ hevdîtin red dikir, vê carê jî bi hinceta cezayê disiplînê yê li Ocalan hatî birîn kire hincet û hevdîtin red kir. Serdozger bi bi sedema cezayê disiplînê ya 14’ê Îlona 2018’an a ji aliyê Saziya Disiplînê ya Midûryeta Saziya Înfaz a Ceza ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê ve hate dayîn, hevdîtin redkirin.

cezayê disiplînê bê ka çiye ne ji bo parêzer û ne jî ji bo malabatan hate ragihandin.

Serlêdana birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xuşka Veysel Aktaş Sabîha Aslan ên bi rêya parêzeran jî hatibû kirin bi heman hincetê hate redkirin.

94 CARE TÊ REDKIRIN

Serdozgeriyê serlêdana malbatan bû cara 94’an bi hincetên mîna ‘Keştî xirabe ye’, ‘Rewşa hewayê’, ‘Rewşa Awarte’ red dike.