Li Tanzanyayê ferîbotek noqî binê avê bû: 79 kes mirin

Li nêzî girava Ûkara ya Tanzanyayê ferîbota bi navê "Nyerere" noqî binê avê bû. Herî kêm 79 kes mirin.

Li gorî televîzyona dewletê ya Tanzanyayê, ferîbot 20'ê Îlonê roja Pêncşemê li gola Vîctorîayê noqî binê avê bû. Ji ber vê drama ku li gola herî mezin a Afrîkayê rû da, herî kêm 79 kes mirin.

Berdevkê hikukmeta Tanzanyayê George Nyamaha got, "Di ferîbotê de zêdeyî 100 kes hebûn." Bi vê gotinê tirs û fikara xwe anî ziman ku hejmara kesên mirine dibe ku zêdetir be.

Waliyê herêmê John Mongela jî êvara Pêncşemê daxuyanî da û diyar kir ku 37 kes hatine rizgarkirin, rewşa tenduristiyê ya hinekan gelekî giran e. Sedema qezayê hîn nayê zanîn, lê dramên bi vî rengî yên li Tanzanyayê bi giranî ji ber hilgirtina barê ji kapasîteyê girantir rû didin.

Sala 1996'an ferîbotek li gola Vîctorîayê noqî binê avê bûbû û nêzî 700 kes miribûn. Felaketa herî dawî ya mezin meha Kanûnê ya sala 2016'an rû dabû û nêzî 20 kes miribn.