Birçîbûna li welatekî dewlemend

Îran ji gelek aliyan ve yek ji welatên herî dewlemend e. Lê belê 80 ji sedî yê nifûsa wê di bin sînorê birçîbûnê de ye.

Li Îranê zêdeyî 150 milyon warîl rezervên petrolê hene. Ji aliyê dewlemendiya petrolê ve sêyemîn an jî çaremîn welat e ku herî zêde rezervên petrolê lê hene. Piştî Rûsyayê rezervên herî zêde yên gazê li Îranê ne.

Di warê mîneralan de jî Îran yek ji 15 welatên sereke ne. Ji aliyê çînko ve welatê herî dewlemend ê cîhanê ye. Duyemîn rezervên herî zêde yên sifirê li Îranê ne. Ji aliyê rezervên hesin ve Îran li cîhanê di rêza nehemîn de ye. Di warê ûranyûmê de 10. rezervên herî zêde di destê Îranê de ne.

Yek ji sedî yê nifûsa cîhanê li Îranê ye. Lê belê li gorî lêkolîneke navenda lêkolînan a parlamenta rejîma Îranê 7 ji sedî yên mîneralên li gelemperiya cîhanê li Îranê ne.

80 JI SEDÎ YÊ NIFÛSA ÎRANÊ XIZAN E

Tevî vê dewlemendiyê jî 80 ji sedî yê nifûsa Îranê di bin sînorê xizaniyê de ye.

Li Îranê mehên dawî ji ber xizanî, ziwatî, kêmbûna avê, nelirêtî û xizmetên nebaş ên cemaweriyê xwepêşandanên protestoyî tên lidarxistin. Di medyayê de jî gelek nûçeyên li ser rewşa giran a gel tên weşandin.

NIKARIN NANEKÎ JÎ BIKIRIN

Mînak; di weşana 6'ê Îlonê ya qenala Channel One (Kanalê Yek) de welatiyekî Îranê dibêje ku ew rojê 240-300 hezar riyalî (1.76 euro) qezenç dike. Nûçegihan jê dipirse bê dikare fatûreyên xwe bide yan na. Welatî jî vê bersivê dide: "Ez bi zorê dikarim nan bikirim. Eger karibim hinekî teserûfê bikim, hingî penêr jî dikirim. Xwezê zane, ji destpêka salê ve (li gorî salnameya Îranê destpêka salê 21'ê Adarê ye) ji bo malbata xwe min karî tenê 100 gram goşt an jî mirîşkekê bikirim."

Kesekî ji eyaleta Azerbaycanê roja 22'ê Tebaxê ji ajansa nûçeyan a fermî Tasnîmê re axivî û got, "Ez nikarim nanekî jî bikirim." Heman kesî got, "Meha bihurî buhayê her tiştî bi du qatî zêde bûn. Kes nikare ji xwe re nanekî bikire. Nan jî buha ye. Ez mirovekî teqawît im. Maeşê min ê mehane 4 milyon riyal e. Bi vî maeşî nikarim tiştekî bikim."

HER TIŞT GELEKÎ BUHA BÛYE

Pisporekî aboriyê roja 3'ê Îlonê ji qenala Channel 3 re axivî û got, "Bi rastî jî her tişt gelekî buha bûye. Birinc bi 46 ji sedî, rûn bi 51 ji sedî, hêk bi 37 ji sedî buha bûne. Derman li gelek deveran bi dest nakeve."

Îraniyekî din jî ji qenala fermî ya Îranê re got, "Ez nikarim biçim mala xwe, ji ber ku fedî dikim ku hevser û zarokên min min bibînin. Eger tiştekî bixwazin, ez nikarim bikirim." Heman Îranî diyar kir ku meheke ji bo dîtina karekî her sibehê derdikeve, lê belê kar bi dest nexistiye û got, "Tişta ku qezenç kirim berî bigihêjim malê diqede. Du ya jî sê meh in min nekariye fêkî ji malbata xwe re bikirim."