Jinan, Erdogan li Elmanyayê 'hermonî' kir

Platforma Jinan a Demokratîk a Elmanyayê ragihandin ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp  hatiye 'hermonîkirin' û li dijî 'dîktator' bang kir ku her kes xwe berde meydanan.

Platforma Jinan a Demokratîk a Elmanayyê di bin banê xwe de gelek rêxistinên jinan û komeleyan vedihewîne. Platformê ji bo Erdogan ku tê payin bi serdaneke fermî 28'ê Îlonê were Berlînê, got, ''Kujerê Jinan Erdogan, tu nebixêr hatî''

Platformê got serdana Erdogan encama 'bazarên gemarî yên li pişt deriyên girtî û vekirî ye' û diyar kir dema ku mijara peymanên bi milyaran euro ên çek û tanzêran, bazarên aborî, peymanên serwîsên veşartî û parvekirina Rojhilata Navîn be, dostaniya di navbeyna Tirkiyê û Elmanyayê de dîsa geş bûye.

Platformê diyar kir ku jin ti caran ev polîtîkakaya li ser girî û xwînê ya dewletên nêr qebûl nekiriye, wê qebûl jî nekin û desteka rejîma Erdogan a li çeteyên DAÎŞ'ê bi bîr xistin û got, li gel vê jî vexwendina Erdogan a li Elmanyayê tê maneya desteka li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê ye. Platformê got, ''Hikûmeta Merkel bi van polîtîkayên xwe destekê dide polîtîkayê qirker ên Erdoganê dîktator ku dijminê Kurdan û demokrasiyê û jinan e. Hikûmeta Merkel û hemû pêkhateyên siyasî ku ji vê re bêdeng mane, xwedêgiravî saziyên demokratîk wê bibin hevkarê Sûc. Em jin vê qebûl nakin.''

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em Platforma Jinan a Demokratîk a Elmanayyê serdana Erdogan a li Elmanyayê şermezar dikin, di serî de jinên li Emanyayê, em bang li hemû gelan dikin ku li dijî serdana dîktator rabin ser piyan, derkevin kuçe û kolan û meydanan.''

Hin sazî û rêxistinên di nav platformê de:

YJK-E (Yekîtiya Jinên Kurd ên li Elmanyayê) SKB (Yekîtiya Jinên Sosyalîst ) ADKH (Tevgera Jinan a Demokratîk a Ewropayê ); Yenî Kadın, Yaşanacak Dunya -Kadın, SYKP -Kadın, FEDA Kadın, Însîyavîna Jinan a Islamî, Yekîtiya  Jinên Êzîdî, , Genç Kadınlar, Bûroya Aştiyê ya Jinan.