Li Cûdî û Bestayê operasyona artêşa Tirk

Artêşa Tirk da dagirker bi tevlîbûna cerdevanan li derdorî gundê Zorava ya dikeve navbera Kato Jîrka û Bestayê de dest bi operasyoneke berfireh kiriye. Li Besta ya ku operasyon lê didome şer qewimî.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, artêşa Tirk a dagirker bi tevlîbûna cerdevanan li derdorî gundê Zorava ya dikeve navbera Kato Jîrka û Bestayê de dest bi operasyoneke berfireh kiriye.

Hate ragihandin ku li Besta jî şer qewimiye.

LI CÛDIYÊ JÎ BI TEVLÎBÛNA YEKÎNEYÊN VEŞARTÎ OPERASYON HATE KIRIN

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku artêşa Tirk li Çiyayê Cûdî jî li devera Bilika, Girê Çolya û Zerînkî bi tevlîbûna yekîneyên veşartî operasyon daye destpêkirin.