Nasnameya 5 gerîlayên li Şirnexê şehîd bûn hate eşkerekirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên 14-15'ê Îlonê li navçeya Elkê ya Şirnexê di şer de şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên 14-15'ê Îlonê li navçeya Elkê ya Şirnexê di şer de şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev agahî da:
Sibeha 14'ê Îlonê artêşa TC a dagirker tevî desteka balafirên bê mirov li herêma Kato Marînos a navçeya Elkê ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Heman rojê saet 10'an balafirên şer ên hêzên dagirker bomberdûmaneke giran li herêmê kirin. Roja 15'ê Îlonê bi helîkopterên bi tîpa skorsky leşkerên dagirker li herêmê hatin danîn û di navbera leşkerên dagirker û hêzên me de şer derket. Şer du rojan dewam kir û gelek ji leşkerên dijmin hatin kuştin û birîndar bûn. Di şer û bomberdûmanê de 5 hevalên me yên bi lehengî şer kirin şehîd bûn.
Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne:
Nasnav: Axîn Seydo |
Nasnav: Azad Zagros |
Nasnav: Hîra Hêvîdar |
Nasnav: Nûpelda Sîîrt |
Nasnav: Reşît Hogir |