Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Kampanyaya global ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, li Brukselê bi civîneke çapemeniyê kete rewşeke nû. 2 salên pêşiya me wê azadiya Ocalan bibe rojev.
Platforma Efrînê li ser Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku wê 8'ê Îlonê li bajarê Dînslaken ê Elmanyayê pêk were daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Festîvala me bi awayekî fermî nehatiye qedexekirin. Festîval wê 8'ê Îlonê pêk were."
HPG'ê ragihand ku li Colemêrg û Êlihê di çalakiyên gerîla de 17 leşker hatiye kuştin. Di daxuyaniyê de nasnameya gerîlayekî ku di şer de şehîd bû hate eşkerekirin.
Dewleta Tirk çeteyên DAÎŞ'ê bi rêxistin kiriye û bi nasname û unîformayên cuda li Efrîn û Şehbayê bi kar tîne. Gelek çeteyên DAÎŞ'ê bi navê OSO li Efrînê ne.
Girtiya Nexweş Dîcle Bozan ku li şûna were emeliyatkirin, bi hinceta ‘mekîne xirabe ye’ û ‘doktor nîn in’ tedawiya wê nayê kirin, li Girtîgeha Tîpa T’yê ya Xarpêtê terkî mirinê kirin.
Hin herêmên li navenda Colemêrgê û navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê, ji 6'ê Îlonê û pê ve ji bo 15 rojan li sivîlan hatin qedexekirin.
Li Kabîlê ya ku paytexta Efganistanê ye êrîşeke xwekuj hate kirin. Di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn.