HPG: Li Colemêrg û Êlihê 17 leşker hatin kuştin

HPG'ê ragihand ku li Colemêrg û Êlihê di çalakiyên gerîla de 17 leşker hatiye kuştin. Di daxuyaniyê de nasnameya gerîlayekî ku di şer de şehîd bû hate eşkerekirin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê derbarê rêze çalakiyên li Colemêrg û Êlihê daxuyaniyek weşand. HPG'ê ragihand ku di çalakiyan de seyareke zirxî hatiye rûxandin û herî kêm 17 leşker hatine kuştin.

Daxuyanî wiha ye:

LI GEVERÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

"Hêzên me, di dorhêla pêngava şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 4'ê Îlonê saet 17:30’î li navçeya Gever a Colemêrgê li hemberî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Girê Elîşêr çalakiyek lidar xistine. Çeper û baregehên dijmin ên li vê derê hatine rûxandin. Di vê çalakiyê de herî kêm 2 leşker hatine kuştin.

LI COLEMÊRGÊ SEYAREYEKE ZIRXÎ HATE RÛXANDIN: 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

4'ê Îlonê saet saat 08.30'î hêzên me li navçeya Çelê li ser rêya navbera Geliyê Deştanê û Girê Şundirê de li dijî seyareyeke zirxî ya bi tîpa Kîrpî bi çalakiya sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiya ku seyare bi giştî hatî rûxandin de 6 leşkerên dijmin hatine kuştin. 

LI ÊLIHÊ ÇALAKÎ: 9 LEŞKER HATIN KUKŞTIN

31'ê Tebaxê saet 03.30’î li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa Tirk a dagirker çalakî hatiye lidarxistin. Di vê çalakiyê de ku ji nêz de li dijmin hate xistin 9 leşkerên dijmin bi çav hatine kuştin û ev bi çav hatine dîtin. Di vê çalakiyê de hevrêyê me Argeş ê bi fedaîtî şer kir bi giranî birîndar dibe û ji bo dîl nekeve destê dijmin bombeya xwe di xwe de diteqîne û şehîd dibe. Piştî vê çalakiya ku dijmin derbên giran xwarî, hêzên dijmin li bejahiya gundên Zengo, Heskê, Nû, Dêrşewa û Çayxanê operasyon daye destpêkirin û ev operasyon hê jî didome. 

Nasnameya hevalê me yê şehîd bûye:

Nasnav: Argeş Amed
Nav û Paşnav: Mizbah Yavuz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Navê dê û bav: Aynur - Mehmet
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Êlih-31'ê Tebaxa 2018

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

4'ê Îlonê saet navbera 15.00 û 17.00’î artêşa Tirk a dagirker li hemberî Herêmên Parastinê Yên Medyayê êrîşeke hewayî pêk aniye. Di vê êrîşê de herêmên Zapê yên Çemço û Girê Cehenemê, li herêma Xakurkê Geliyê Aşûtê, derdora ava Lolanê, li herêma Heftanînê qada Qesrokê û li Herêma Qendîlê gundê Bêtêlan û derdorê wê bomberbaran kiriye. Piştî bombebaranê li herêmê şewat derketiye.

Di vê êrîşa ku artêşa Tirk a dagirker bi gelek balafiran pêk anî de tu encam negirtiye û tu windahiyên me çênebûne. Dewleta Tirk a dagirker ku bi riya medyaya Hewûzê şerê derûnî dimeşîne, her roj di nûçeyên xwe de dibêje ku êrîşên dikin encaman bi dest dixin. Lê ev agahî ji binî ve derw in, tu rastiya wan nîn e. Dixwazin raya giştî bi van derewên xwe bixapînin."