Li Kabîlê êrîşeke xwekuj hate kirin
Li Kabîlê ya ku paytexta Efganistanê ye êrîşeke xwekuj hate kirin. Di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn.
Li Kabîlê ya ku paytexta Efganistanê ye êrîşeke xwekuj hate kirin. Di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn.
Teqîn li rojavayê Kabîlê li herêma Şîîyan pêk hat. Li gorî agahiyên pêşîn 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn.
Meha borî jî li herêmê êrîşek pêk hatibû û 10 xwendekarên ku ew ê têketina azmûnê, jiyana xwe ji dest dabûn.