Platforma Efrînê: Festîval wê 8'ê Îlonê li Dînslakenê pêk were

Platforma Efrînê li ser Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ku wê 8'ê Îlonê li bajarê Dînslaken ê Elmanyayê pêk were daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Festîvala me bi awayekî fermî nehatiye qedexekirin. Festîval wê 8'ê Îlonê pêk were."

Pêkhateyên Platforma Efrînê ku organîzatorên 26. Festîvala Çanda Kurd a Navnetweyî ne, li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê civîneke çapemeniyê li dar xist. Ji Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat Fîkret Îgrek bi zimanê Elmanî daxuyanî da.

Îgrek diyar kir, Platforma Efrînê ya ku ji 93 partî, rêxistinên civakî yên sivîl, tevgerên jin û ciwanan pêk tê, wê 8'ê Îlonê festîvalê li dar bixe.

DAVÛD: TEVÎ KU ME PIRSGIRÊK ÇARESER KIRINE JÎ ASTENGÎ DEWAM DIKIN

Ji Partiya Demokrat a Kurdên li Sûriyeyê (PDKS) Mahmûd Davûd bi bîr xist ku 25 sal in ew li Elmanyayê festîvalan organîze dikin û festîvala 26'an jî ji aliyê Platforma Efrînê ve tê organîzekirin. Davûd got, "Me amadekariyeke baş kirin û 2 meh in Şaredariya Dînslakenê pirsgirêk dernexist. Hemû pirsgirêkên ku danîn ber me, me yek bi yek çareser kir."

KOÇ: HELWESTA ŞAREDARIYÊ HELWESTEKE SIYASÎ YE

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî da xuyakirin ku li gorî prosedura normal wan hemû amadekarî kirin û got, Şaredariya Dînslakenê xizmetê ji Serokkomarê Tirk R. T. Erdogan re dike. Koç diyar kir, ku şaredariyê ne tenê serlêdana komîteya amadekar, her wiha guh neda serlêdana parlamenterên NRW û endamên Meclîsa Şaredariya Dînslakenê.

Koç got, ew 31'ê Tebaxê bi rayedarên şaredariyê re rûniştin û diyar kir, gelek daxwazên şaredariyê ji aliyê komîteya amadekar ve bi cih hatin anîn.

'LI GORÎ DESTÛRA BINGEHÎN, ÇALAKIYA LI CIHEKÎ GIRTÎ DIVÊ BI DESTÛRA POLÎSAN BE'

Koç bi bîr xist ku li gorî Destûra Bingehîn a Elmanyayê, ji bo çalakiyeke li cihekî girtî bê kirin pêwîstî bi destûra şaredariyê nîne û destnîşan kir ku şaredariya Dînslakenê bi helwesteke siyasî tevdigere. Koç işaret bi nameyeke şaredariyê kir ku doh radestî wan hate kirin û anî ziman, di nameyê de du erk û wezîfe hatine binpêkirin.

Koç diyar kir, ji bo çalakiya li cihekî girtî pêwîstî bi destûra polîsan heye, lewma mûxatabê wan polîs e û got, "Polîsan heta niha li ser qedexekirina festîvala me ti daxuyanî nedane."

Koç ragihand, der barê nameya şaredariyê ya li ser qedexekirina festîvalê de prosedura hiqûqî dewam dike û diyar kir, danê êvarê wê biryareke zelal bigihêje ber destê wan. Koç got, "Em li bendê ne ku hiqûqa Elman nekeve bin bandora siyasetê." Koç destnîşan kir ku ne erk û karê şaredariya Dînslakenê ye ku festîvalê qedexe bike.

CENGÎZ: DIVÊ AŞTÎ Û DEMOKRASÎ NEBIN QURBANÊ BERJEWENDIYAN

Ji Partiya Keskan Mehmet Cengîz ku endamekî komîteya amadekar e got, "Weke Platforma Erînê me hemû amadekariyên xwe bi rengekî profesyonelî kirin. Aştî û demokrasî dibin qurbanê têkiliyên sermaye û siyasetê."

Cengîz diyar kir, li welatekî weke Elmanyayê ku mafên demokrasiyê diparêze, divê festîvaleke bi dirûşma aştî û demokrasiyê tê organîzekirin, nebe qurbanê berjewendiyên bi dîktatoriya Tirkiyeyê re. Cengîz got, "Sermayeya Elman ji bo xatirê dîktator hewl dide banga me ya aştî û demokrasiyê asteng bike."

Cengîz spasiya parlametnerên NRW'ê, endamên Şaredariya Dînslakenê yên ji Partiyên Çep, Keskan û SPD'ê kir û got, hewldanên wan ên hiqûqî dewam dikin.

Cengîz destnîşan kir ku yekane çareseriya aştiyane ya li Tirkiyeyê, bi fikir û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibe û got, tecrîda li ser Ocalan wê di festîvalê de bikeve rojevê.