Dem dema azadiya Ocalan e: 10 milyon îmze hatin komkirin

Kampanyaya global ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, li Brukselê bi civîneke çapemeniyê kete rewşeke nû. 2 salên pêşiya me wê azadiya Ocalan bibe rojev.

Kapmanyaya Navneteweyî ya ji Ocalan re azadî, li Brukselê, li Navenda Çapemeniyê ya Ewropayê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Ji Ingiltere, Italya û welatê Baskê mirovên navdar tevlî civînê bûn. Beriya civîna çapemeniyê nûnera Însiyatîva ji Abdullah Ocalan Azadî, ji Kurdistanê re Aştî Havîn Guneşer ji ANF’ê re axivî û got, ‘’Em kampanyaya ku ji bo Birêz Ocalan dest pê kirî tînin rewşeke nû’’. Guneşer got, îsal û sala bê tevahî wê ji bo azadiya Ocalan çalakiyan bikin.

Guneşer destpêkê axivî, bal kişande ser şertên girtîbûnê yên Ocalan, bi bîr xist ku ji 2015’an ve qedexeya hevdîtinê li ser heye û bal kişande ser şertên zext û zordariyê yên li Tirkiyê.

DEMA WÊ HATIYE

Guneşer got, ‘’ji bo azadiya Ocalan dem hatiye’ û got, ‘’Em bawer dikin ku ji bo aştiya Tirkiyê û Rojhilata  Navîn dem hatiye. Başbûna rewşa girtîbûnê ya Ocalan her wiha wê were maneya başbûna rewşa Kurdan a li Tirkiyê û rê li ber wê veke ku rêya aştiyê zexm bibe.’’

PIRSGIRÊKA LI TIRKIYÊ NEBÛNA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ YE

Guneşer got dewleta Tirk li hundir û derve li dijî Kurdan şer ragihandiye û got, ‘’Demokrasî mifteya çareseriya bi aştiyane ya pirsa Kurd û aştiyê ye’’ û lê zêde kir, ‘’Abdullah Ocalan jî navê kilîd ê vê aştî û demokrasiyê ye.’’

Guneşer got ew ê kampanyaya îmzeyê ku ji bo azadiya Ocalan ev 2 sal in li qada navnetewî didomînin bînin rewşeke nû û domand ‘’Li tevahiya cîhanê ji bo azadiya Ocalan me 10 milyon îmze kom kirin’’. Guneşer bang kir ku her kes ji  bo azadiya Ocalan û aştiya Kurdistanê tevbigere û got, ‘’Dema wê hatiye’’.

ARNALDO OTEGÎ: EZ JI BO DESTEKÊ BIDIM HEVRÊ OCALAN LI VIR IM

Arnaldo Otegî, Koordînatorê giştî yê kaolîsyona Baskê Euskal Herrîa Bîldu, ku serxwebûnê ji bo Baskê dixwaze got, ‘’Ez ji bo ku desteka jin û mêrên tevgera serxwebûnxwaz a li hevrê Abdullah Ocalan nîşan bidim, li vir im.’’

Otegî her wiha got ew ê ji bo azadiya Ocalan bixebite û got ew dixwaze careke dî vê sozê bide.

Otegî bi bîr xist ku ew jî 14 salan li girtîgehê maye û got, ‘’Em bi vê dizanin; tecrîda li ser Abdullah Oocalan ne cezakirina Ocalan, rêbaza cezakirina Kurdan e, rengek ji wê rêbazê ye ku dixwazin dengê wî bibirin.’’

Otegî bal kişande ser zext û zordariya li ser Kurdan û derdorên ku çareseriya siyasî demokratîk dixwazin û got, ‘’Ji bo vê jî, em dîsa banga müzakere û lihevkirinê dikin. Em careke dî bang li civaka navnetewî dikin ku xwe tevlî vî karî bikin û çareseriya pirsa Kurd teşwîq bikin.’’

AZADIYA OCALAN JI BO HEMÛYAN GIRÎNG E

Otegî got divê zexta li ser Tirkiyê were zêdekirin û domand, ‘’Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo hemû kesên ku dixwazin rewşa cîhanê baş bkin, kana morale ye, hevrê û dostek e. Ji bo vê jî, azadiya wî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo me hemû kesên ku cîhaneke dadmend dixwazin pir girîng e.’’

DESTEKA SENDÎKAYA DURHAM MÎNERS

Nûnere sendîkaya Durham Miners Association ya Kralîteya Yekbûyî Joseph Whitworth desteka li kampanyaya ji Ocalan re azadî nîşan da û xalên hevpar ê têkoşîna Kurdan û çewisandiya destnîşan kir. Whîtworth got, ‘’Heta ku Kurd xwe rê ve bibin û Ocalan azad bibe ew ê deteka xwe bidomînin.’’

Durham Mîners yek ji wan sendîkayên mezin e ku destekê dide kampanyaya ji bo azadiya Ocalan, 14-16’ê Tîrmehê festîvala herî mezin a karkeran ‘Durham Mîners Gala’ diyarî Ocalan hatibû kirin.

DE MAJO: OCALAN TEMSÎLA JIYANA HEVPAR E

Endamê Meclîsa Şaredariya Napolî, ya ji Dema Partyê û delegeye Şaredar Luîgî De Magîsrîs, Eleonar De Majo, got, ew bi rengê nûnerê fermî yê şaredariyê hazir e, diyar kir ku bajarê Napolî piştgirê têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Kurdan e û her wiha ‘heyran’ê Kurdan e û got, desteka xwe ya ji bo Ocalan  nîşan da, ku ev 20 sal in ‘bi  rengekî neheq û di şertên derî însanî de tê girtin’’.

De Majo bi bîr xist ku ji bo vê sedemê Şaredariya Naploiyê welatiya rûmetê 2016’an daye Ocalan û bi heman sedemê, 2018’an, havînî bi Kobanê re bûne şaredariyên dest û bira.

De Majo got Ocalan  modêla jiyana hevpar a di navbeyna çand û dînên cuda de temsil dike.

AZADIYA OCALAN WÊ ARAMIYA BÎNE EWROPA JÎ

De Majo got, ‘’Em rêveberiya nêzî Kurd, beriya her tiştî ji tecrîda li ser Serok Abdullah Ocalan pir bi fikar in. Em bawer dikin ku Ocalan demildest wer berdan, wê ji bo aştiyeke karîger û mayinde ya Rojhilata Navîn bibe gaveke girîng.’’

De Majo bi domdarî got, azadiya Ocalan ‘wê bandoreke erênî li hevsenga jeopolitik û aramiya Ewropayê bike’ û xwest ku civaka navnetewî serdana Ocalan were kirin, ji bo ku parêzer û doktorên xwe bibîne divê kêferatek çêbibe.

EWROPA LI DIJÎ VEGUHERÎNA FAŞÎST DIVÊ BIBE YEK DENG

De Majo got divê Ewropa nîşan bide ku di serî de li ber Tirkiyê, li ber welatên ne Ewropî serê xwe natewîne û ji bo ku mafê Kurdan bi muzakereyan were naskirin zextê bike, her wiha bang li saziyên Ewropî kir ku li dijî ‘veguherîne faşîst’ a dewleta Tirk dema wê hatiye ku di têkoşînê de yekdengî hebe û biryardarî hebe.

DEMA WÊ HATIYE KU DAWÎ LI BÊDENGIYÊ WERE ANÎN

De Majo bi bîr xist ku Kurdan van salên dawî ji bo parastina otonomiya demokratîk û li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ji bo mirovahiyê biparêzin berdêlên mezin dane û got, êdî dema wê ye ku dawî li vê bêdengiyê were û divê hemû jin û mêrên Kurd ji bo azadiyê tevbigerin.

KÎ DESTEKÊ DIDE KAPMANYAYA JI OCALAN RE AZADÎ?

Gelek rewşenbîr, siyasetmedar, sendîkayên ku bi milyonan endamên wê hene destekê didine kampanyayê. Di nav destekvanan de ev hene: Maîread Maguîre ku bi Xelata Aştiyê ya Nobelê ye, Noam Chomsky, Serokkomarê Berê yê Tîmora Rojhilat Jose Raman-Horta ku bi xelata aştiyê ya Nobelê ye, Prof Angela Davîs, Serkpsîkoposê ji Efrîkaya Başûr Desmond Tutu, ku bi xelata aştiyê ya Nobelê ye, lîderê Îrlandayê Gerry Adams, lîderê Baskî Arnoldo Otegî, sendîkaya Ingilîz û Îrlanda Unîte teh Unîon, sendîkaya giştî ya Kraltiya Yekbûyî GMB û her wiha sendîkaya Ingilîz Durham Mîners Assocîatîon.