Li Lêlîkanê ji du baskan ve çalakî li dijî artêşa Tirk

Gerîlayên HPG’ê li Başûrê Kurdidstanê, li herêma Bradostê li girê Lêlikanê ji du baskan ve du çalakî li dijî hêzên dagirker ên Tirk kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand hêzên gerîla 29-30’ê Tebaxê du çalakî li dijî artêşa Tirk kirine.

Derbarê çalakiyan ku hatî gotîn bi çarçoweya ‘’Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî’ pêk hatî, ev agahî hatin parvekirin:

‘’29’ê Tebaxê saet 11.00’an hêzên me li herêma Bradostê ya Sidekanê, li girê Lêlikê çalekiyek li dijî leşkerên dijmin kirine. Di çalakiyê de ji du baskan ve hêzên me bi ser kozikên dijmin ve çûne, di vê çalakiyê de ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne tam nehate tespîtkirin.

30’ê Tebaxê saet 07.00’an hêzên me du caran çalakî li dijî hêzên dagirker ên li Lêlikanê kirine. Di çalakiyê de derbên serkeftî li kozik û starayên leşkerên dijmin dane, di çalakiyê de leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne diyar nebûye.’’

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin 29’ê Tebaxê saet 17.00 û 18.00’an balafirên şer ên artêşa Tirk mintiqeya Gundê Guzê ya qada Bergarê ya herêma Garê ya Qadên Parastine Medyayê bombe kirin. HPG’ê got, ‘’Di bombekirinê de tiştek bi ti gerîlayê me nehatiye’’.