Agirbesta li Ûkraynayê bi dehan caran hate binpêkirin

Li Ûkraynayê bi wesîleya vebûna dibistnan di navbera yekîneyên artêşê û komên alîgirê Rûsyayê de agirbest hate ragihandin. Agirbest di demeke kin de bi dehan caran hate binpêkirin.

Piştî îsyana hindikahiyên Rûs a sala 2014'an ku Rûsya piştgiriyê dide wan, hîn jî beşeke girîng a herêmên Donetsk û Lûgansk di destê komên bi navê 'komara gel' de ne.

Di îsyanê de heta niha zêdeyî 10 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane. Gelek caran agirbest hate ragihandin. Herî dawî bi wesîleya vebûna dibistanan doh agirbest hate ragihandin.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Hevkarî û Ewlekariyê ya Ewropayê (OSCE), agirbest tenê doh bi şev bi dehan caran hate binpêkirin. Ji berpirsyarên OSCE yên mîsyona Ûkraynayê Alexander Hûg got, her du aliyan 70 carî agirbest binpê kirine.

Hûg bang li aliyan kir ku li gorî agirbestê tevbigerin.