Tirs ketiye dilê dewleta Tirk, hewl dide emrê xwe dirêj bike

Ji fermandarên YRK'ê Rêzan Cavît got, Tirkiye di navbera du blokan de dilîze û hewl dide emrê xwe dirêj bike.

Ji fermandarên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Rêzan Cavît diyar kir ku DYA di ambargoya ser Îranê de dixwaze hemû hevalbendên wê pê re hevkariyê bikin û got, wê destûr neyê dayin ku Tirkiye mîna berê ambargoyê têk bibe û di navbera her du blokan de bilîze. Cavît destnîşan kir, nexşerêya ku PJAK'ê eşkere kir ji bo Îranê çareseriya herî maqûl e û got, eger Îran li gorî vê yekê tevbigere, ev ê li berjewendiyên wê bê.

Ji fermandarên YRK'ê Rêzan Cavît bersiv da pirsên ANF'ê.

Armanca ambargoya DYA'yê ya li ser Îran û Tirkiyeyê çi ye?

Modernîteya kapîtalîst ji bo sîstema xwe xurt bike, neçar e ku krîzên afirandiye li gelemperiya cîhanê belav bike. Bi vê ferasetê dest li Rojhilata Navîn hate werdan. Dewletên mîna Tirkiye û Îranê ya wê teslîm bigirin ya jî bi qasî ku kontrol bikin wê wan biçûk bikin. Eger vê nekin, destwerdana wan a li Rojhilata Navîn wê bê encam bimîne. Her çiqasî di mijarên stratejîk de hevalbendên hev bin -Tirkiye ji bo wan dewleteke girîng e- neçar e ku di vê krîzê de bi roleke girîng rabe. Di rewşeke wiha de wê Tirkiye bixwaze destwerdana Amerîkayê ya li Îranê li berjewendiyên xwe bîne. Mesela, dema bihurî hemû rêxistinên Îslamî yên li Rojhilata Navîn ber bi aliyê xwe ve kişand û Ne Osmanî xiste rojevê. Zane ku Amerîka li pêşiya vê yekê asteng e. Lê belê Tirkiye zane ku eger destwerdan li Îranê bê kirin, ya ku di dorê de ye wê ew be. Tirkiye emrê destwerdana li Îranê çiqasî karibe dirêj bike, wê ewqasî jî emrê xwe dirêj bike. Niha hewla vê yekê dide.

Heta niha ji bo vê yekê çi kir?

Ambargoya beriya niha ya DYA'yê bi ser neket, ji ber ku Tirkiyeyê ambargo têk bir. Şebekeya dewletê ku bi Zarraf-Zencanî kete rojevê, deşîfre bû. Tirkiye welê kir ku ambargo bê encam bimîne. Bûyereke din a ku piştre qewimî, qebûlkirina Qudsê weke paytexta Îsraîlê. Ev gav hinekî li dijî Îranê hate avêtin. Tirkiyeyê xwe xist nava vê gavê û kete navbera Îsraîl û Amerîkayê. Niha jî Amerîka dixwaze ambargoyeke din deyne ser Îranê. Di vê ambargoyê de hewl dide hemû hevalbendên wê pê re hevkariyê bikin. Bi biryar e ku pêşî li alîkariya ji bo Îranê bigire, ji ber ku dixwaze teslîm bigire. Erdogan her roj li meydanan dibêje 'ez di nava vî karî de nînim' û berê xwe dide tifaqa Îran-Rûsyayê. Tirkiye niha hewl dide ji van her du blokên hegemon sûdê werbigire. Lê belê DYA wê vê qebûl neke.

Tirkiye di nava NATO'yê de ye, wê karibe derketina ji nav vê yekîtiyê bide ber çavên xwe?

Di nava van şert û mercan de Tirkiye wê nikaribe derketina ji nava sîstema NATO'yê bide pêş çavên xwe. Ji ber ku hemû sîstema xwe li gorî vê yekê ye. Eger ji NATO'yê veqete, wê bi salan nikaribe bê ser xwe. Aboriya wê, ewlekariya wê xwe dispêrin bloka rojavayî. Zehmet e ku Tirkiye Amerîkayê bike dijberê xwe, lê belê dixwaze Rûsya û Îranê jî li dijî vê bi kar bîne. Haya DYA û cîhana rojava ji vê heye. Lewma aboriya Tirkiyeyê li ber têkçûnê ye. Dibêjin 'Bi Lîreyê Tirk kirîn û firotinê bikin', lê ev nabe. Aboriya xwe bi wir ve girêdayî ye û heta bi qirikê di nava deynan dye. Dubare dikim; Tirkiye wê bixwaze di mijara Îranê de israr bike û vê rewşê dirêj bike. Ji ber ku dixwaze emrê xwe dirêj bike.

Dewleta Tirk tevî dijminatiya xwe ya li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê jî xistiye hedefa xwe. Der barê PJAK û YRK'ê de lîste jî amade kir. Sedema vê dijminatiyê çi ye?

Tirkiye dewleteke welê ye ku li ser înkar û desteserkirina mafên gelê Kurd û gelên din ava bûye. Xwe dispêre faşîzmê û sîstemeke bi vî rengî bi rêxistin kiriye. Dewleteke wiha hebûna gelê Kurd qebûl nake. Weke pirsgirêka mayindebûna xwe dibîne. Naxwaze ku Kurd li gelemperiya Rojhilata Navîn bibe xwedî statu. Lewma li hemû parçeyan li dijî Kurdan şer dike, li cihê nikaribe şer bike hevalbendên xwe dixe dewrê. Ji ber ku meseleya xwe ne tenê PKK ye, bê teredût êrîşên dagirkeriyê bir ser Rojava. Ji dijberiya li referandûma Başûr re serkêşî kir. Da dû armancên xwe yên li ser Kerkûkê. Li dijî PJAK'ê û qadên wan êrîşên hewayî dike. Tirkiye statuya Kurdan weke meseleyeke xwe ya man û nemanê dibîne. Û hemû hêza xwe êrîşî Kurdên li çar parçeyan dike.

Gelo Tirkiye û Îran dikarin li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê tifaqeke nû çêbikin?

Di navbera Îran û Tirkiyeyê de nakokiyeke dîrokî heye. Di navbera salên 2005-2006'an de baskekî cuda xwe di nava dewleta Îranê de bi rêxistin kir. Vê rêxistinbûnê ji Şîatiyê bêhtir qala neteweperestiya Îranê dikir. Dikare bi Tirkiyeyê re li hev bike. Serkêşên vê komê Ahmedînejad û Îsfendiyar Rahîm in. Têkiliya van kesan bi hin rayedarên dewleta Tirk re heye. Ahmedînejad gelek caran bi Dogû Perînçek re rûnişt. Çapemeniyê jî qala van hevdîtinan kir, lê naveroka wan nehate eşkerekirin. Di dema Ahmedînejad de yekemcar cezayê îdamê li endamên PJAK'ê hate birîn. Hevalê Egîd (Hasan Hîkmet Demîr) di wê demê de hate darvekirin. Ji ber ku Ahmedînejad dijminatiyê li Kurdan dike.

Şerê Qendîlê yê sala 2011'an ku bi navê "Operaysona Sandvîç" hate binavkirin, li ser vê tifaqê pêk hat. Operasyon ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibû plankirin û bi hevkariya Îranê hatibû meşandin. Ahmedînejad jî ev operayson erê kir. Lê belê hin hêzên li Îranê wê wextê ev plan qebûl nekirin, ji ber ku wê bi kêrî dewleta Îranê nehatibûya. Niha jî dixwazin heman tiştî bikin. Ji sala 2011'an û vir ve di navbera PJAK'ê û dewleta Îranê de lihevkirinek heye, lê ev koma em qalê dikin di her firsendê de hewl dide provokasyonê derxîne. Haya me ji van provokasyonan heye. Em zanin bê mijar çi ye. Şehadeta hevalê Îkbal û sê hevalên pê re vê yekê nîşan dide.

Pêwendiya vê provokasyon û êrîşê bi eşkerekirina nexşerêya PJAK'ê heye?

Şehadeta hevrê Îkbal beriya eşkerekirina nexşerê bû. Provokasyona wê komê bû. Armanc jî têkbirina vê pêvajoyê ye. Ev pirsigrêk bi rê û rêbazên qirkirin û asîmîlasyonê çareser nabe. Nexşerêya ku PJAK'ê eşkere kir, rêya herî maqûl a çareseriyê ye. Ev pirsgirêk bi siyaseta demokratîk dikare çareser bibe. Rewşeke berevajî vê wê bibe şaşitiyeke mezin.