Cerdevan Êzîdiyên li Mîdyayê dişelihînin!

Cerdevan piştî girtina kampa penaberan, hewl didin Êzîdiyên ku dixwazin li Mîdyayê bimînin, bişelihînin. Êrîş birin ser HDP’yiyên ku destekê didin Êzîdiyan.

Midûriyeya Giştî ya Rêveberiya Koçe ya Wezareta Navxwe ya Tirk beriya bi demekê 5 kampên penaberan ên li Semsûr, Mêrdînê vala kiribûn û ragihandibûn ku wê kampan bibin nav kampên Hetay, Kilîs û Rihayê. Valakirina kampa li Mîdyadê hê jî didome.

Li kampê ku gelek malbatên Êzîdî jî lê hene, gelek malbatên koçber ên Sûriyey birin kampên din.

HEWL DAN KU BI BIHAYÊ ZÊDE XANIYÊN KIRÊ BIDIN WAN

Êzîdiyên ku nexwestin biçin kampên din xwestin xaniyan ji xwe re kirê bikin. Lê derkete holê ku hin kes ku di nav van de cerdevan jî hebûn xwestin ku bi bihayekî zêde xaniyan bidin Êzîdiyan û wan bişelihînin. Hate gotin qorîcî bi komîsyonan û bi bihayekî zêde xwestine Êzîdiyan li malên ku wan diyar kirine bi cih bikin.

SERÎ LI HDP’Ê DAN

Êzîdî dema ku hay ji vê çêbûn, serî li Komîsyona Hevgritina Şengaliyan dan, ku ev komîsyon ji hêla Rêxistin Navçeyê ya HDP’ê ve hatibû vekirin. HDP’yî û Êzîdî ji bo çareserkirina pirsgirêkê hatin cem hev. Piştî vê hevdîtinê komeke ku di nav wan de cerdevan jî hebûn êrîş birin ser HDP’yiyan.

ÊRÎŞ BIRIN SER HDP’YIYAN Û GEF LI WAN XWARIN

Firat Kuçukaslan ê HDP’yî ku Suryan e, di êrîşê de birîndar bû. Lêşê Kuçuaslan şîn û reş bû. Kuçukaslan got, dema êrîşê ji wan re gotin, ‘zêde xwe tevlî nav vî karî nekin’ û gef li wan xwarine.

Kuçukaslan got cerdevanan ji wan re gotine, ‘Dema ku namûs ji me re hewce bû ji van mirovan em ê bi zorê namûsê jî bistînin, dema ku pere lazim bûn em ê pereyan jî bi zorê bistînin. Hûn tevlî vî karî nebin. Heke hûn tev bidin wê gelek tiştên xirab jê derkevin.’’

Rêveberê Bajarê Mêrdînê yê HDP’ê Huseyîn Alper jî got, li hesabê wan nehatiye ku wan pişta Êzîdiyan girtiye û bal kişande ser wê ku êrîşkar peywirdarên dewletê bûne.