Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyên ku 12'ê Hezîranê û 9'ê Tebaxê li Çelê li dijî artêşa Tirk hatin lidarxistin weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên li Dersimê şehîd bûn û gerîlayekî li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd ket, eşkere kir.
Li Çewlîgê li dijî 'yekîneya veşartî' ya artêşa Tirk çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin. 2 gerîla şehîd bûn.
Ji hevdîtinên Rûsya û Tirkiyê yên van demên dawî çi derket? Tirkiyê di ber Idlibê de çi xwest? Enqere ya ku bi krîza giran a aborî ye çi da Rûsan? Rûsya li çi difikire?
Ceger: Ji niha û pê ve erk û wezîfeya TEV-DEM'ê ew e ku mirovên civak demokratîk perwerde bike, rêveçûna demokratîk a sîstema wê bişopîne û ji pirsgirêkan re bibe hêza çareseriyê.
Dadgeriya Tirk li ser Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê dîlgirtî ye, biryar da ku "girtî bimîne". Rûniştina dozê hate taloqkirin.
Parlamentera Partiya Çep Jeannette Escannîlla ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nameyek şand ku mohra parlamentê li ser e. Escanîlla got, ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî wê têkoşîna xwe bidomînin.
Rûsya wê meha Îlonê ji Şerê Sar û vir ve tetbîqata herî mezin a leşkerî pêk bîne.