HPG'ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên li Dersimê şehîd bûn û gerîlayekî li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd ket, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên li Dersimê şehîd bûn û gerîlayekî li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd ket, eşkere kir.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de ev agahî hatin dayin:
"Roja 30'ê Tîrmeha 2018'an, artêşa TC a dagirker li herêmên Şêxan û Obusê yên navçeya Pîlemûriyê ya Dersimê dest bi operasyoneke berfireh kiribû. Di operasyonê de balafirên keşfê yên bê mirov, balafir û helîkpterên şer hatibûn bikaranîn. Ji ber bomberdûmanê 6 hevalên me yên leheng şehîd bûn.
22'ê Adarê jî ji ber bomberdûmana bi balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, hevalekî me li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Brûsk Kurecîk
Nav paşnav: Fîkrî Şîmşek
Cihê jidayikbûnê: Meletî
Dayik-Bav: Fîdan-Îmam Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Tîrmeha 2018'an / Dersim
![]() |
Nasnav: Hakî Mûnzûr |
![]() |
Nasnav: Mervan Olmez |
![]() |
Nasnav: Nûdem Xinis |
![]() |
Nasnav: Serhildan Batman |
![]() |
Nasnav: Şîlan Tolhildan |
![]() |
Nasnav: Dilsoz Ronî |
Ji ber van şehadetan em sersaxiyê ji malbatên xwe yên şehîdan û gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em careke din soz didin ku heta xeyn û xeyalên şehîdên xwe bi cih bînin, bi rengekî bê eman em ê têbikoşin."