Rûsya ji Şerê Sar û vir ve tetbîqata herî mezin pêk tîne

Rûsya wê meha Îlonê ji Şerê Sar û vir ve tetbîqata herî mezin a leşkerî pêk bîne.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygû diyar kir ku 300 hezar leşker wê tevlî tetbîqata meha bê bibin. Şoygû got, Çîn jî wê beşdarî tetbîqatê bibe.

Şoygû bal kişand ser tetbîqatên herî girîng ên sala 1981'ê ji aliyê Yekîtiya Sowyetan û hevalbendên wê ve li Rojavayê Ewropayê pêk anîn û got, "Wê mîna Zapad-81 be, lê wê hinekî din jê girantir be."

Wezîrê Parastinê got, "Tetbîqatên Vostok-2018 (Rojhilat-2018) wê 11 û 15 Îlonê li rojhilatê Sîbîrya û Rojhilata Dûr bi beşdariya yekîneyên artêşên Çîn û Mogolê pêk werin."

Li gorî wezîrê Rûs, zêdeyî hezar balafir û 300 hezar leşker wê tevlî tetbîqatê bibin.

Wezîr got, "Bifikirin; 36 hezar wesayitê leşkerî di heman kêliyê de tevdigerin; tank, wesayitên zirxî yên personelan dibin û tînin, wesayitên piyade yên şer."

Tetbîqatên Zapad-2017 par li gorî daxuyaniyên fermî bi beşdariya 12 hezar û 700 leşkerên Rûs û Belarûsê pêk hatibû. Lê belê hate gotin ku li ser çarçoveya tetbîqatê hejmareke kêm ji NATO'yê re hatiye ragihandin.