Dadgeriya Tirk biryar da ku Demîrtaş girtî bimîne

Dadgeriya Tirk li ser Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê dîlgirtî ye, biryar da ku "girtî bimîne". Rûniştina dozê hate taloqkirin.

Rûniştina doza ku Demîrtaş bi îdîaya "rêveberiya rêxistinê" tê sûcdarkirin, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya 19. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hat.

Demîrtaş bi rêya Sîstema Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû. Parêzerên Demîrtaş ên ku hinceta xwe ji dadgehê re ragihandin, tevlî rûniştinê nebûn. Dadgehê, piştî xwendina ewraqa li dosya dozê, mafê axaftinê da Demîrtaş. Demîrtaş xwest bê rûniştina dozê û di dema amadebûna parêzerên xwe de parastinê bike. Demîrtaş xwest, rûniştina dozê were taloqkirin.

Dadgeha Tirk jî biryar da ku Demîrtaş girtî bimîne û rûniştin ji bo 3'ê Cotmehê taloq kir.