Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyan weşand

Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyên ku 12'ê Hezîranê û 9'ê Tebaxê li Çelê li dijî artêşa Tirk hatin lidarxistin weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyan ev agahî dabû:

"12'ê Hezîranê saet 13.30'î, li navçeya Çelê ya Colemêrgê li girê Kurşîno û Geliyê Deştanê li dijî artêşa TC a dagirker hêzên me çalakî kirin. Di çalakiyê de mewziyên dijmin û stargehên wan derb xwarin. Eşkere nebû bê çend leşker hatin kuştin û birîndar bûn. Balafirên şer ên hêzên dagirker piştî çalakiyê bombe li derdora gundê Bedehê barandin.

Roja 9'ê Tebaxê saet 11'an, hêzên me li girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyek li dar xistin. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin û 7 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi rêk û pêk herêm bi obus û hawanan topbaran kirin."