Nebûna destê min li pêş min ne asteng e

Nebûna destê min li pêş min ne asteng e

Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê ket roja 50’emîn û hesabên çete û kesên li pişt wan vala derketin. Segvanê YPG’ê Sîdar ku li eniya rojhilat a Kobanê şer dimeşîne diyar kir ku bi şev û roj di mewziyan de ne û diyar kir ku  şerê bajaran ne li gorî roja li gorî saetan diguhere. Brusk ê  bi yek destê xwe li mewziyan li ber xwe dide diyar kir ku nebûna destekî wî ne astengî ye.

Berxwedana Kobanê 50 roj li pey xwe hişt û şervanên YPG û YPJ’ê darbeyên mezin li çeteyan xistin. 

Segvanê YPG’ê Sîdar diyar kir ku şerê bajar li gorî eniyan diguhere û got li nava bajar komên di pevçûnê de ne di nava hev de ne û navbera wan gelek kêm e. Sîdar wiha got: “Alî gelekî nêzî hev in. Li pêş hev şer dikin. Di navbera me û wan de 30 metre heye. Hinekî li wî alî xaniyek heye. Ez li wir karnas bikar tînim. Di rojên buhrî de min 5 çete têk bir. Zêdetir em van bikar tînin.

LI GORÎ SAETAN DIGUHERE

Sîdar da zanîn ku ne diyar e li bajaran kengî pevçûn destpê dike û wiha got: “Divê em her tim amade bin. Şer carinan diguhere.Carinan bi şev dertê, carinan bi roj. Em jî her tim di mewziyan de ne. Şer li gorî rojan diguhere. Berxwedana me wisa didome.” Segvan Dilxweş diyar kir ku têkoşîna li Kobanê tê dayîn ji bo hemû gelê Kurd tê dayîn û wiha got: “Em dest ji vê bernadin.Ger ev der bikeve destê DAIŞ’ê berê xwe bidin cihên din jî. Li vir şehîdên me hebin jî çekên me nakevin destê wan.

BI WESAYÎTÊN BOMBEBARKÎ ÊRÎŞ DIKIN

Berxwedêrê bi navê Dogan Amed ê 43 salî ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Amedê hat Kobanê diyar kir ku ev 32 roje li Kobanê ye û wiha got: “Ez li ser banga seferberiya Ocalan hatim. Moralê me gelekî di cih de ye. Niha şer baştir dibe. Destpêkê hinek xetere hebûn û di rojên dawî de ew neçar dimînin vekişin. Li cihên ku çete şûnde vedikişin vê carê êrîşên wesayîtên bombebarkirî pêk tînin. Ji vir şûn ve ew hene. Wesayîta bombebarkirî li vir teqandin. Jixwe cihên ku lê pêşde neçûn, bi vî awayî êrîş dikin.

NEBÛNA DESTÊ MIN NE ASTENGE

Birûsk jî ku tevî destê wî yek tune jî di berxwedana Kobanê de di eniya pêş de cih digire. Birûsk da zanîn ku nebûna destekî li pêş têkoşîna wî ne astengî ye û wiha got: “Gelek kes dibêjin tu li her derê ye. Hebûna min ji bo wan moral e. Ya rast ez jî ji wan moral digirim. Nebûna destekî min li pêş têkoşîna min ne asteng e.  Ez jî wek wan im. Em tu car li pêş êrîşan şûnde gavê navêjin. Heta dawiya dilopek xwîna me em ê têbikoşin.”