NAV-DEM'ê spas kir
NAV-DEM'ê spas kir
NAV-DEM'ê spas kir
Navenda Civaka Demokratrîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM), malîavayiya her kesên beşdarî meşên 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê yên li Elmanyayê bûn, kir. NAV-DEM'ê ragihand ku li 20 bajarên Elmanyayê, bi organîzasyona hevpar a bi sedan rêxistin û saziyan meş hatin lidarxistin û bi dehan kes beşdar bûn.
NAV-DEM'ê diyar kir, ku ji çep û sosyalîstan, ji lîberal û sosyal demokratan heta hawirdorparêz û komên ji baweriyên cuda gelek kes beşdarî meşan bûne û got, "Di meşên ji aliyê bi sedan rêxistinan ve hatin organîzekirin de, daxwaza bingehîn a beşdaran û amadekaran ew bû, ku ji aliyê siyasî ve kantonên Rojava bên naskirin, di serî de Tirkiye hemû destekdarên ISIS'ê dawî li vê destekê bînin, alîkariya însanî, siyasî û leşkerî pêşkêşî Kobanê bê kirin, di bin çavdêriya NY de korîdorek bê vekirin û Elmanya qedexeya li ser PKK'ê rake, bû."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em dizanin ku hemû kesayet û saziyên beşdar, bi têgihiştina 'berxwedana Kobanê berxwedaneke mirovahiyê ye' tevlî meşên ji bo Kobanê bûne' û ev xal hat destnîşankirin: "Weke NAV-DEM em ji hemû kes û saziyên beşdar û destekdarên çalakiyan re spas dikin. Xwedîderketina li Kobanê xwedîderketina li mirovahiyê ye. Bi vê armancê divê em xwedîderketina li Kobanê bêtir birêxistin bikin."