Nasnameya gerîlayeke di 1995’an de jiyana xwe ji dest da hate aşkerakirin
Nasnameya gerîlayeke di 1995’an de jiyana xwe ji dest da hate aşkerakirin
Nasnameya gerîlayeke di 1995’an de jiyana xwe ji dest da hate aşkerakirin
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK’ê re bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya gerîlayeke ARGK'ê ya di sala 1995’an de di şerê li dijî artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest da, aşkera kir.
Li gorî daxuyaniyê Sîtte Donmze (Azîme) ya di sala 1977’an de li Wêranşarê hatiye dinê di 2’ê Gulana 1995’an de li qada Suskê ya çiyayê Botanê di şerekî de jiyana xwe ji dest daye. Komîteyê nameyek ji malbata Donmez re şandin û wiha got: “Ewlada we, xizma we hevala me ya bi rûmet Azîme, êş û azarên gelê me ji nêz ve dîtiye û tevli refê gerîlayan ku bûye hêviya gelê me bûye. Wê li dijî hêzên mêtînger, serhildan wek peywir dîtiye û bi hestiyariyeke gelek mezin dengê wijdana xwe guhdar kiriye û mînaka fedekariya xwe di demeke kurt de nîşan daye. Hevala me Azîme ji roja ku tevli gerîla bûye û heta roja ku şehîd ketiye her dema xwe ji bo ku welatê wê bigihêje azadiyê û her Kurd bi azadî bijîn bi fedekarî û hezkirineke mezin bi xebatê derbas kiriye û di 2’ê Gulana 1995’an de li qada Botanê ya çiyayê Suskê di şerê li dijî artêşa Tirk de şehîd ketiye.
Bila serê hemû gelê Kurd û malbatê sax be. Em êşa we ji dil ve parve dikin. Em dixwazin ku hun êşa me bizanin. Em vê êşa xwe bi bilindkirina têkoşîna wan sivik dikin. Em ji we malbatê jî dipên ku vê şehadetê bi sebir û metanetek mezin pêşwazî bikin.
Tu gel bêyî dayîna berdêlan negihiştiye jiyanek azad û rûmet. Rêya herî rast a dawî anîna li êşan, nemirkirina şehîdên me ye. Wateya wê jî ev e ku armancên wan pêk bên û zêdetir têkoşîn meşandine. Her ku têkoşîn bilind bû, şehîdên me jî di dilê gelê me de dê bijîn.
Hûn bi hevala Şehîd Azîme çiqas serbilind bin ewqas di cih de ye. Em wek hevalên wê her tim bi wê serbilind bûn. Ji bo em armancên wê pêk bînin em ê têkoşîna wê heta dawiyê bimeşînin. Ji ber ku dema şehîdên me alên xwe dewr dikin bi vê rastiyê bawerin û divê ji vê rastiyê bawerî hebe û bi ruhê fedaîtî bi ser dijmin de meşiyan. Ew çavkaniya me ya herî mezin ya moralê ne. Bersiva herî rast a ku em bidin wan welatekî azad e.
Wan wekî din tiştek ji me nexwest. Em dizanin, niha gorên gelek şehîdên me tine ne. Lê ji xwe wan ne gor, welatê azad xwestin. Ji ber vê jî bersiva herî baş a ji bo wan ev e ku em Kurdistanek azad ava bikin. Bîrdariya herî rehet a ku şehîdên me têde rehet razê ev e.”