Meşa deh hezaran kes ji bo Efrîn û Ocalan dest pê kir: Em ê bi ser bikevin

Meşa li Strasboûrgê ya bi  armanca protestokirina 19’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê bi tevlînbûna  deh hezaran kes ji gelek bajarên Ewropayê dest pê kir.

Kurdistanî û dostên wan yên li Ewropa dijîn ji bo protestokirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, li Boûlervenadr de Metz, Nancy û Navenda Gara Trenê ya li bajarê Strasboûrg a Fransayê li hev civiyan û dest bi meşê kirin. Di meşê de 200 enternasyonalîstên meşa ji Lûxembûrgê heya Cenevreyê û jin li pêşiya meşê pankartên nivîsa, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu”, “Ji Ocalan re azadî”, “Garantiya azadiya gelan, bi azadiya Ocalan re dikare pêk were” û “NY berpirsyartiya xwe pêk bîne, komkujiyên li Efrînê bide sekinandin” hildan.

DIRÛŞMEYÊN OCALAN Û EFRÎNÊ TÊ QÎRKIRIN

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alayên PKK, KCK, YPG, YPJ û TJK-E hatin bilindkirin û bê navber dirûşmeyên “Ji Ocalan re azadî”, “Her der Efrîn e, her der berxwedan e” û “Terorist Tirkiye” hatin berzkirin. Li aliyê din ji beşên antî-faşîst û çepgir-sosyalîstên Fransayê jî piştgirî didin meşê û di nava meşê de cih digirin.

LI DIJÎ BÊDENGIYA NAVNETEWÎ HÊRSA GEL ZÊDE DIBE

Ji 7 salî heta 70 salî bi deh hezaran kes beşdarî meşê bûne û li dijî komploya 15’ê Sibatê û êrîşên li ser Efrînê hêrsa gel her ku diçe zêdetir dibe. Di meşê de peyama “Heya Ocalan azad nebe, heya Efrîn negihe serketinê, em ê li qadan bin û li ber xwe bidin” hate dayîn. Li aliyê din bêdengiya navnetewî ya li dijî êrîşên li ser Efrînê ji aliyê deh hezaran kesî ve tê protesto kirin.  Dîsan di meşê de wêneyên sivîlên ku di komkujiyê de hatine qetilkirin hatin hildan û bal hate kişandin li ser sûcê şer û sûcê dij mirovahiyê yê dewleta Tirk li Efrînê dike.

BERXWEDANA EFRÎNÊ HATE SILAVKIRIN

Di meşê de pankarta nivîsa “Ji Ocalan re azadî” û wêneyê Ocalan hate bilindkirin û 200 enternasyonalîst bê navber bi zimanên Îspanyolî, Îngilîzî, Fransî marş û dirûşmeyan qîr dikin, azadiya Ocalan xwestin û berxwedana Efrînê silav kirin.

LI DIJÎ ELMANYA NERAZÎBÛN

Di meşê de polîtîkayên dewleta Elman yên bi Tirkiyeyê re li dijî Kurdan hate şermezarkirin. Li aliyê din pankartên “Erdogan li Efrînê Kurdan bombe dike, Elmanya Kurdan krîmînalîze dike, êdî dawî li vê hevkariyê bîne” hate vekirin.

POLÎS Û CIWANÊN KURD PARASTINA MEŞÊ DIKIN

Polîsên Fransa gelek tedbîrên ewlehiyê yên giran girtin û li aliyê din bi sedan ciwanên Kurd jî ji bo parastina meşê hatine erkdarkirin. Endamên çapemeniya cîhanê jî eleqeyeke mezin ji bo meşa mezin nîşan didin.

Meş ber bi qada mîtîngê Rûe des Vanneaûx ve didome û li wir wê mîtîngeke mezin were lidarxistin.