Li Strasboûrgê deh hezaran kes ji bo Efrîn û Ocalan kom dibin

Bi armanca protestokirina 19’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê bi deh hezaran kes ji gelek bajarên Ewropayê li Strasboûrgê li hev dicivin.

Kurdistanî û dostên wan yên li Ewropa dijîn ji bo protestokirina komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, li Boûlervenadr de Metz, Nancy û Navenda Gara Trenê ya li bajarê Strasboûrg a Fransayê kom dibin.

BI DEH HEZARAN KES DIÇIN STRASBOÛRGÊ

Kurdistanî û dostên xwe yên li welatê Elmanya, Fransa, Swîsre, Belçîka, Swêd, Avûstûrya û gelek welatên din danê sibê bi wesayîtên xwe berê xwe dan Strasboûrgê ku qada mîtîng û meş tê lidarxistin. Bi hezaran kes bi wêneyên Ocalan û alayên PKK, KCK, YPG, YPJ û TJK-E cadeyên Strasboûrgê xemilandin û bi dirûşmeyên dilsoziya bi Ocalan re berê xwe didin herêma ku meş wê bê lidarxistin.

BERXWEDANA EFRÎNÊ HATE SILAVKIRIN

Kurdistanî û dostên xwe tevî barîna barana zêde bi yek dengî marş û dirûşmeyên “Her der Efrîn e, Her der Berxwedan e” govendê digerînin û Berxwedana Efrînê silav dikin. Gel nerazîbûneke tund nîşanî komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û li dijî dewleta Tirk bi hêrs in.

TEDBÎRÊN GIRAN YÊ EWLEHIYÊ

Polîsên Fransayê li derdora herêma ku gel kombûyî tedbîrên ewlehiyê yên giran digirin û panzêr li ser rêya meşê bi cih kirine.

Li herêmê bi deh hezaran kes wê di seatên pêş de ji bo protestokrina komploya navnetewî û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê heya Rûe des Vanneaûxê bimeşin û mîtîngekê bi heybet li dar bixin.