Manşeta îro ya Mîlliyetê hate derewandin

Manşeta îro ya Mîlliyetê hate derewandin

Manşeta rojnameya Mîlliyetê ya îro a bi sernavê ‘Bi saya me bêhn vedan’ hate derewandin. Endamê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Rojava re Faruk Tatli diyar kir ku agahiya ‘Qeymeqamê Pirsûsê alîkariyên ji bo Kobanê ji Mîlliyetê re vegot; "Me 900 TIR şand’ rastiyê nîşan dane û da zanîn ku ji 900 TIR’î tenê 3 TIR  aîdî dewletê bûn.

Hate diyarkirin ku nûçeya Namik Durukan  bi navê ‘Bi saya me bêhn dan’ a îro bû manşeta rojnameya Mîlliyetê, rastiyê nîşan dane. Endamê Komeleya Piştevanî û Alîkariya ji bo Kobanê Faruk Tatli diyar kir ku di nûçeyê de Qeymeqamê Pirsûsê diyar dike ku 900 TIR alîkarî şandine û ev agahiyên nûçeyê de rastiyê nîşan nade. Tatli bi lêv kir ku hemû alîkarî ji aliyê komeleyê ve hatine organîzekirin.

TENÊ SÊ TIR AÎDÎ DEWLETÊ NE

Tatli destnîşan kirin ku piraniya 900 TIR alîkariyê aîdî komeleya wan e û got ku ji 900 TIR’î tenê 3 TIR aîdî AFAD, 12 TIR  aîdî Weqfa Alîkariya Mirovahî ya Huriyet û Mafê mirovan (ÎHH), 10 TIR aîdî Komeleya Bayezîd-î Îslam, û 10 jî aîdî saziyên civaka sivîl yên Rihayê ne. Tatli wiha got: “Ev hejmar ji aliyê Heyva Sor û AFAD’ê ve jî xistin bin qeydan. Alîkariyên ji bo Kobanê hatine şandin ji aliyê AFAD’ê ve hatine fermîkirin. Hemû qeydan Heyva Sor digire. Em jî bo derbasbûna alîkariyên hatine berhevkirin ji ber şert e bexşêji  Heyva Sor re bikin. Qeymeqamtî di vir de tenê amûr e. Ji bo ku li deriyê sînor tengasî dernekeve ew dikin. Prosedura nivîskî ya fermî pêk tîne. Hemû alîkarî komeleya me berhev dike."

Tatli da zanîn ku hemû alîkariya neçar in ji ser Heyva Sor bişînin û ev alîkarî di navbera Şaredariya Pirsûs û Heyva Sor de dikevin bin qeydan û di girtekên ku şaredariyê girtine de îmzeya şaredariya Pirsûsê heye.