Mamosta û Helbestvan Fêrikê Usiv di 80 saliya xwe de hat bîranîn

Mamosta û Helbestvan Fêrikê Usiv di 80 saliya xwe de hat bîranîn

Li gundê Pampa Kurda (Sîpan) ê Akbaran a Ermenistanê bi wesîleya 80 saliya mamosta û helbestvanê mezin Fêrikê Usiv merasîmek hat lidarxistin. Gelek rewşenbîr û xizmên helbestvanê mezin jî di merasîmê de amade bûn. Her wiha mala Usiv a veguherandine mûzeyê û berhemên wî têde tên pêşkeşkirin hat ziyaretkirin.

Helbestvanê Mezin Fêrikê Usiv di 80 saliya xwe de ji aliyê mamoste, rewşenbîr û welatiyan ve li gundê Pampa Kurdan (Sîpan) ê Akrabana a Ermenistanê bi merasîmekê hat bîranîn. Girse destpêkê li dibistana li ser navê Fêrikê Usiv ku berî niha bi 5 salan ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Ermenistanê navê Usiv lê hatibû kirin kom bû.

Di kombûna li dibistanê ji bo bîranîna helbestan Usiv ji aliyê xwendekar û mamostayên dibistanê helbest û stran hatin gotin. Her wiha helbesta Usiv a Pampa min hat xwendin. Der barê jiyana Usiv de axaftin hatin kirin. Di merasîmê de kêliyên hestyar hatin jiyîn.

Di merasîmê de şagirtê Fêrikê Usiv Elmasa Rustem di axaftina xwe de got, “Ez serbilind im û bextewarim ku ez şagirt, welatî û gundiyê apê Fîrîk im. Ji ber ku ez niha dersa zimanê Kurdi Didim. Ez dikarim pir bi reheti û bi ser bilindî, bêjim ev terbiya û hezkirina zimanê me, bi hewldana apê Fêrik e û ez bi kefxweşî helbestên apê Ferîk dibejim, bi zarokan didim xwendin.”

KURD Û KURDISTAN BI WAN DIDA ŞÊRÎNKIRIN

Ji ber ku her helbestên apê Fêrik, eş û şahiya gundê Pampa Kurda û serpêhatiya gundê me û derdora wê, bi dilê xwe neqişandiye. Wexta ku mirov, helbestên apê Fêrik dixwînin, hem eşa ku miletê me li vî welatî, li xeribiyê ji welatê xwe hez dike û hem jî kêfxweşiya berê û Kurdewariya berê hez dike. Ez weke keçek gundê Pampa, dikarim bejim piştî diya min ku wê ez hejandim û ez mezin kirim û terbiye kirim. Zimanê min da min û ez pê bextewar im ji bo diya xwe, lê ji aliyê din da jî, apê Fêrik ez bi welatparêziya min dam naskirin û ez bi zimanê diya min dam hezkirin. Yek jî apê Fêrik her zarokên gund, yek bi yek, Kurd û Kurdistan bi wan dida şîrînkirin. Ji ber wê  yekê ez her dem ji zarokan re dibejim, apê Fêrik tenê ne helbestvan bû, apê Fêrik, di heman demê e mamoste û apê gundê Pampa Kurda bû.”

Piştre zarokan bi hev re strana ku bi helbesta Fêrikê Usiv hatiye çekirin û hemû dengbêj dibêjin, strana Kewê Gozel bi hev re wek koro gotin û mêvan ji kêfan mest kirin.

‘FERQ NEDIXIST NAVBERA KESÎ’

Nivîskar û lêkolinvan Ezîzê Cewo jî der heqê Fêrikê Usiv de axivî û got; “Kekê Fêrik hinekî ji me mezintir bû, lê mamostayê me hemûyan bû. Qet ferqî nedixist nava kesî. Ne digot ev mezin e, ev biçûk e,  zarok e, keç an jî kur e. Tu ferqî nexistiye nava gundiyan. Kesekî fedakar û kedkar bû. Piştî karê Sovyetê, hat gundê xwe. li Pampa Kurda ders dida û carinan jî me meyze dikir li pala çiyayê Qemerdag, carina jî me didît li ser çiyayê Dubur û carina jî li pala gundê Avşînê digeriya. Pir ji xwezayê û gundevanî hez dikir û me dipirsî, ‘Keko tu gelekî ji gundê xwe hez dikî. Digot ez ji welatê xwe Kurdistan hez dikim. Ez wexta ku li van gundan û li van çiyayan digerim, çîrokên kal û bavê min tên bîra min û ez hez dikim. Ez li welatê bav û kalan im. Yek jî ez wexta ku di nav vê, bedewiya gundevaniyê de digerim û ez bala xwe didim xwezayê, her kevirek û her kulîlek ji wan dibe helbestek. Her bestek her newalek, her şopek rê,ji min re behsa hest û evîna keç û xortan dike. Behsa hesreta hezkirina keç û xortan û hevalbendiya zaroktiya min, tîne bîra min.

Dema em helbestên helbestvan û mamostayê mezin Fêrikê Usiv, dixwînin, ew roj yek bi yek, di nava dilê me de weke xwe germ, ji nava dilê mirovan de, xwe berdide heta nava kezêbê. Ji ber ku tama helbestên apê Fêrik, tama welatparêziyê jê tê. Hesreta welat jê tê. Tama hevalbendî û tifaqa miletê û xweşbendî ya welat jê tê. Ji ber wê yekê, em hemû wexta ku li jiyana apê Fêrik meyze dikin, ew xîret û mêrxasiya gelê me, weke baxçeyê gul û gulbendan li ber çavên me radixîne.

Wejeya Fêrikê Usiv, em dikarin bi rehetî bêjin, bendera çanda gelê me ya Kurdên Êzîdî û Kurdên Misilmanên Qafkasyayê ye. Ji ber ku wexta mirov helbestên apê Fêrik  dixwîne, hem welatparêziya Kurd û Kurdistanê dibîne, hem jî Ezîdîtiya Kurdên Qafkasyayê dibîne û hem jî mêrxasî  û hezgirtina gelê me dibîne”

‘DIBE KU TILSIMA APÊ FÊRIK LI MIN BIKE’

Paşê helbesvan Koçer Aslan ku di merasîmê de amade bû got, “Ez di serî de dixwazim vê bêjim. Ez ji Erziromê me. Ez pê hesiyam ku 80 saliya apê Fêrik e. Min got ez jî herim di vê merasîmê da rûnim û dibe ku tilsima apê Fêrik li min bikeve û ez layiqê wî bim."

Ez di serî de vê bejim, ez niha li we guhdarî dikim. Hemû mamosta, zar û mezin hemû bi Kurdiyeke xweş û paqij xeber didin ku me li welat, li Radyoya Kurdi ya Erîwanê guhdarî dikir, eynî deng û awaz, ketin guhê min. Ji ber wê ez dikarim bejim, we li vê Ermenistanê Kurdistanek biçûk çêkiriyê. Ji ber ku min her tim nivisên rewşenbîrên vir xwendine, ji helbestên apê Fêrik bigire û hwd."

Spîkera Radyoya Ronahî ya Gurcistanê Bêla Suturkî, jî bal kişand ser bandora helbestên Fêrikê Usiv ên li ser mirovan.

Xaylaza Bayloz ya ji Gurcistanê beşdarî merasîmê bû got, “Ez li ber destê apê Fêrik, fêrî xwendinê bûm. Ne weke mamosta weke apekî nêzî me dibû. Dema diket hundir me wer dizanîbû ku ap û bavê me ketiye hundir."

MALA MAMOSTE Û HELBESTVANÊ MEZIN KIRIN MÛZE  

Paşê keça Fêrikê Usiv ku di merasîmê de axivî got, “Min îro 40 pirtûkê Fêrikê Usiv danîne muzeya wî. Me mala bavê min kir mûze. Em Sîpanî (Pampa Kurda) bextewarin ku îro ji gundê me, dersdarê heja û helbesvanê mezin ê bi navûdeng ji bo gelê xwe evqas xizmet kiriye û we hemûyan jî qebûl kiriye ku me vir kiriye muze.”

Piştî axaftinan girse tevî sermayê jî çû serdana gora Fêrikê Usiv û yê Heciyê Cindî.

Ezîzê Cewo ku li vir axaftinek kir got, “Mamostayê mezin, serê xwe rake. Meyzeke, zar û zeçên we, heval û hogirên we hemû amade ne. Her te digot, Kurdistan. Îro li Kurdistan tifaq çedibe. Îro li Kurdistan keç û xortên Kurdan, bi qehremanî li Kobanê, Şengalê, Kerkûk, Cûdî û Amed li her çar parçeyên Kurdistanê şer dikin. Serê  miletê me bilind dikin. Her te digot Kurdistana min. Îro Kurdistana te bi ser bilindî û bi bi serfirazî bang dike. Îro keçên Kurda li Kobanê şer dikin û dengê xwe li cîhanê dikin. Rehet razê mamostayê heja, rehet razê helbesvanê welatparêz, em hemû soz didin we, her tim em ê we bibîr bînin.”

Girseyê gul û çeleng danîn ser gora Fêrikê Usiv û Hecî Cindî. Piştî duayan girse derbasî mala Fêrikê Usiv ê bûye mûze bûn.

Fêrikê Usiv ku 15 salên xwe di wê malê de derbas kir, berhemên Usiv têde tên pêşandan. Neviya Fêrikê Usiv Lêylê mêvan li malê gerandin. Merasîma bîranînê ya ji bo Fêrikê Usiv piştî xwarinê bi dawî bû.