MŞD: Bi xurtî tevlî çalakiyan bibin

MŞD’ê anî ziman ku bersiva herî xurt a ji bo fermanê vegera civaka Êzidî ya ji kampan ber bi Şengalê ye û banga tevlîbûnên xurt a ji bo çalakiyên li dijî fermanê bên lidarxistin kir.

Meclîsa Şengal a Derveyî Welat (MŞD) li ser salvegera 6’an a Qetlîama Şengalê daxuyaniyek da û banga tevlîbûnê li çalakiyên bê lidarxistin kir.

MŞD’ê ev got: Li ser fermana Şengalê re 6 sal derbas bû, em dikevin sala 7’an. Em Meclîsa Şengal a Derveyî Welat (MŞD) hemû şehîdên fermana 73’an dîsa şehîdên Tevgera Azadiya Kurd ku xwe kirin mertalên zindî û pêşî li qirkirin û tinebûna civaka Êzidî girtin rê rêzdarî û hurmet bibîr tînin.

Civaka Êzdî pişti Fermana 3.8.2014’an bi fikr û ramanê Paradîgma Konfederalîzma Demokratîk tinebûnê hebûna xwe ava kir. Dîroka civaka Êzidiyan ji fermanan tije ye. Desthilatdaran tim civaka Êzidî bê vîn û rêxistin hiştin, şûrên wan tim ji bo tinekirina civakê amade bûn. Mînaka vê jî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a bi gotina ‘em ê we biparêzin’ bû.

Îro bi saya îdeolojî û felsefeya Rêber Apo Êzidî xwedî vîn û xwedî hêza parastinê û rêxistinkirina xwe avakirine. DAÎŞ projeya hêzên herêmî, navneteweyî û bi taybet jî ya dewleta Tirk a faşîzma AKP-MHP’ê bû. Ji sala 2018’an û şûnde wer xuya ye ku hêzên DAÎŞ’ avakirin û birêve birin, piştî têkçûna DAÎŞ’ê ketine qadê. Yek ji van welatan jî Tirkiye, faşîzma AKP-MHP’ê ye. Bi balafiran êrîşî civaka Şengalê dikin û li ber vê jî di ser de Hikûmeta Başûrê Kurdistan, Iraq û welatên desthilat bêdeng in. Balafirên şer ên Tirk pêşengên me yên mîna Mam Zekî Şengalî û Zerdeş Şengalî ku li dijî DAÎŞ’ê şer kirin dikin hedef û qetil dikin.

Di demê dawî de civaka me ji kampên Başûrê Kurdistanê berê xwe didin axa xwe ya pîroz. Veger bersiva herî mezin a ji bo dijmin e. Baweriya me heye ev vegerin xwe bihêz û rêxistin bikin. Civaka Êzidî ya Dîasporayê divê avakirina Şengalê weke erk û berpirsyariya xwe bibîne û li civaka xwe ya vedigerin xwedî derkevin.

Em Meclîsa Şengal a Derveyî Welat ji bo Êzidxaneke azad, ji bo mafê civaka xwe, statuya Şengal, dîsa weke jenosîd bê qebûlkirin, her wiha darezandina berpirsên fermanê bi hemû hêza xwe li qada navneteweyî kar bikin.

Em bang li hemû Êzidî kesên rewşenbîr, demokrat û welatparêz dikin ku bi xurtî tevlî çalakiyên ku bi pêşengtiya Sêwana Meclîsa Jinên Êzidî bên kirin, bibin.”