Li Stenbolê desteserkirina şaredariyan hate protestokirin

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya diyar kir ku AKP-MHP bi dagirkeriya qeyûman re dixwaze tola hilbijartina xwecihî bistîne û wiha got; “Çi dikin bila bikin em ê xwedî li îradeya gelê xwe derbikevin.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Bahçelîevlerê, bi armanca tayînkirina qeyûm a Şaredariyên HDP'ê yên Amed, Mêrdîn û Wanê şermezar bikin li Şîrînevlerê daxuyanî dan çapemeniyê.

Girseya HDP'ê di çalakiyê de dowizên “Me bi hev re qezenç kir, em ê bi hevre biparêzin", “Bijî xwişk-biratiya gelan" û “Qeyûm darbe ye, em nas nakin" hildan. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Dema girseye ji avahiya HDP'ê di rêya meşê de dest bi meşê kirin, polîsan rê li pêş girsê girt û dorpêç kirin. Dîsa destûr neda mirovên derve piştgiriyê bidin girseyê.

Di çalakiyê de Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya axivî û got: "Me tu caran darbe û darbekar qebûl nekirin. Ji bo xurtkirina îktîdara xwe dibêjin 'Vîna gel di ser her tiştî re re ye." Lê dema mijar ne îktîdara wan be, vîna gel nas nakin. Nêviyê Tirkiye ji ber feraseta zalîm û yekperesti winda kirin. HDP’ê di hilbijartina 31'ê Adarê û 23'ê Hezîranê ya Stenbolê bi awayekî stratejik dengê xwe da. Vê yekê AKP ji ser hişê wê bir. Ewil qeyûm tayinî Stenbolê kirin û piştre darbeyek mezintir xwarin. AKP tola xwe li cihê Kurd lê dijîn dixwaze hilîne. Dixwaze cihê şaredariyên HDP’ê lê hene bi tayînkirina qeyûm bistîne. Serokomar Erdogan berê jî gotibu 'Li wir bi ser bikevin jî em ê dîsa qeyûm tayîn bikin' Ev gotina wî sûc e, sûc. Erdogan mirov teşwîki rêyên li dijî zagonî kirine û sûc kiriye. Lê ew çi dikin bila bikin em ê şaredariyên xwe dîsa ji destê wan bigirin. Emê li vîna gelê xwe xwedî derkevin. Em ê li nûnertiya xwe, edalet û hiqûqê û li mafê gelê xwe xwedî derkevin. Em ê heta dawî dengê xwe bilind bikin."