Li sê bajaran wê bangî Davûtoglû were kirin

Wê li Amed, Enqere û Stenbolê roja Duşemê daxuyaniyên hevpar  werin dayîn û bangî Davûtoglû were kirin.

Înîsîyatîfa Malbatên Sûrûcê, Komelaya Aştî û Hevgirtinê ya 10’ê Kewçêrê û Înîsîyatîfa Malbatên Amedê ya 5’ê Hezîranê wê çalakiyên hemwext li dar bixin û wê bixwazin ku Davûtoglû her tiştî eşkere bike.

Davûtoglû gotibû “Di meseleya têkoşîna li dijî terorê de defter werin vekirin wê gelek kes nikaribin derkevin pêşberî mirovan. Heke rojekê dîroka Komara Tirkiyeyê were vekirin wê serdema herî krîtîk a di navbera 7’ê Hezîranê û 1’ê Mijdarê de be.”

Piştî van gotinan wê Înîsîyatîfa Malbatên Sûrûcê, Komelaya Aştî û Hevgirtinê ya 10’ê Kewçêrê û Înîsîyatîfa Malbatên Amedê ya 5’ê Hezîranê wê çalakiyên hemwext li dar bixin.

Her sê saziyan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî gotin ku “Em çima mirin? Kujerên me kî ne? Em ê li sê bajaran civînên çapemeniyê li dar bixin û em hemû kesan vedixwînin.”

Her sê saziyan diyar kirin ku wê di 26’ê Tebaxê de daxuyaniyên çapemeniyê yên hemwext li dar bixin.