Li sê bajaran ji bo Davûtoglû banga hevpar: Em çima hatin kuştin?

Li sê bajaran bang li Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû hate kirin ku her tiştî eşkere bike.

Daxuyaniya hevpar ji aliyê Înîsîyatîfa Malbatên Sûrûcê, Komelaya Aştî û Hevgirtinê ya 10’ê Cotmehê û Înîsîyatîfa Malbatên Amedê ya 5’ê Hezîranê ve hate kirin.

Komeleya Hevgirtinê û Aştiye ya 10'ê Cotmehê, Înîsyatifa Malbaten Pirsûsê û Înîsiyatifa Malbatên Amedê ya 5'ê Hezîranê, têkildarî daxuyaniya Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû, daxuyaniyên hevpar dan. Komeleya Hevgirtinê û Aştiye ya 10'ê Cotmehê, li avahiya komeleyê daxuyaniyê da. Înîsiyatifa Malbaten Pirsûsê li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê dan û Înîsiyatifa Malbatên Amedê ya 5'ê Hezîranê jî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Komele û înîsiyatifan bang li Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû kir u xwest di navbera 7'ê Hezîran û 1'ê Mijidara 2015'an de çima û çawa hatin kuştin eşkere bikin.

Li Enqereyê Seroka Komeleya Hevgirtinê û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgun û li Stenbolê ji malbatên Pirsûsê Çagla Seven daxuyanî da. Komele û Înîsiyatifê di daxuyaniya hevpar de wiha gotin: "Li Tirkiye herî zêde di serdema Davûtoglû de dîroka tarî pêş ket. Yekem car îktîdara AKP'ê di 7'ê hezîranê de têk çû. Davûtogû, têkildarî pevajoya tarî ya 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê daxuyaniyên girîng dan. Davûtoglû perçeyê vê dîroka tarî ye. Serdema ku Ahmet Davutog qala wê dike agir ket dilê me û malên me. Ocaxên me vemirîn. Hin kes ji çanên xwe û hin kes ji, xizmên xwe bûn. Gelek seqet man. Di hişê hizaran kesan de ew roj wekî duh taze ye. Em qatîlan nas dikin. Em baş dizanin ku bi bombeyen DAÎŞ'ê di navbera 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê de çi pêk hat. Em qatilan ji nas dikin. Em napirsin wê demê çi bû. Em dibêjin çawa pêk hat. Em bang li îktîdara siyasî ku Davûtoglû ji nava wê derket dipirisin. Welatê de di serdema desthildat te de serdema herî bi xwîn jiya. Mîlîtanên DAÎŞ'ê dest û milê xwe li ba kirin û hatin çalakiyên komkujiyê lidar xistin. Li hin herêman kontrola nasnameyan kirin."

Em ji Davûtoglû dipirsin, Beriya hilbijartina 1'ê Mijdarê di mîtînga Wanê de te got: 'Ger ku AKP ji desthilatdariyê dakeve wê li kolanan teror û çete bigerin' Ew terorên hûn qalê dikin ew çeteyên ku li Amed, Pirsûs û Enqereyê em kuştin in? Em bang li Davûtoglû dikin ku eşkere bikin. 103 kesên li Enqereyê hatin kuştin di serdema Davûtoglû de pêk hat. Di dozên Amed, Pirsûs û 10'ê Cotmehê de desthilatdariyê mudaxale kiriye ya na? Em bang li Birêz Ahmet Davûtoglû dikin ku beşdarî dozên Amed, Pirsûs û 10'ê Cotmehê bibe û tişta dizane li dadgehê parve bike."