Li Şaredariya Baglarê perwerdeya ekîbên alîkariya destpêkê

Li Şaredariya Baglarê perwerdeya ekîbên alîkariya destpêkê

Ekîbên alîkariya destpêkê ya ji 25 kesan ku di çarçoveya Yekîneya Tenduristî û Ewlekariya Kar a Şaredariya Baglarê hat avakirin, dest bi perwerdeya xwe kirin. Perwerde wê bi du koman, du rojan dewam bike û di encamê de sertîfîka ji personelan re bê dayîn.

Ekîbên alîkariya destpêkê yên di çarçoveya Yekîneya Tenduristî û Ewlekariya Kar a Şaredariya Baglarê hat avakirin, dest bi perwerdeya xwe kirin. Semînera perwerdeyê ya alîkariya destpêkê ku ji aliyê Pisporê Tenduristî û Ewlekariya Kar a Şaredariya Baglarê Veysî Çelebî ve hat organîzekirin, li salona konferansê ya şaredariyê destpê kir. 25 kes wê bi du ekîban du rojan perwerdeyê bibînin. Piştî ku ji personelên beşdarî perwerdeyê bûn sertîfîka hat dayîn, wê li cihên pêwîst ên şaredariyê bên wezîfedarkirin.