Li Fransayê xebatkarên rêyên hesinî di grevê de ne

Li Fransayê xebatkarên rêyên hesinî di grevê de ne

Li Fransayê xebatkarên rêya hesinî û veguhastina komî ji duh êvarê ve di grevê de ne û şîrketa rêya hesinî SNCF der barê grevê de  îdîa kir ku wê grev bandorê li ser seferan neyê kirin û îdîa kir ger bê betalkirin jî niha ve gelek sefer hatine betalkirin.

Li ser banga sendîkaya CGT’ê xebatkarên şîrketa rêya hesinî ya neteweyî SNCF û xebatkarên RATP ku seferên derdora banliyo dikirin saet ji 19’an û şûn ve biryara grevê girtibûn. Îro tevayî rojê ji ber greva bi taybet di seferên navbera bajaran de tengasî derketin û tê payîn ku sibê saet ji 8’an şûn ve sefer normal bibin.

Bi grevê re xebatkarên rêyên hesinî ya endamê CGT’ê îro saet di 14.00’an de li gara trênê ya Montparnasse wê bên cem hev û ber bi Wezareta Veguhastinê ve meşekê pêk bînin.

SNCF’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku seferên trênê di bin bandora grevê de namînin, wê ji sedî 3 wê di bin bandorê de bimînin. Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku trênên lezgîn û trênên li Parîsê wê wek her tim bixebitin û li bajarê Tarbes, Agen, Orléans, Béziers û Marsilyayê wê tengasî derkevin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê şîrketa RATP’ê ve hatiye kirin de  hat gotin ku li Parîs û banliyonan, metro, RER û tramvay wê normal bidomin.

Sendîkaya CGT’ê di serê meha Hezîranê de greva du hefteyî pêk anîbû û li dijî reforma hikûmetê ya rÊyên hesinî ya nû derketibû.