Li Enqereyê li dijî rêveberê HDP'ê êrîşa bi kêran
Li Enqereyê li dijî rêveberê HDP'ê êrîşa bi kêran
Li Enqereyê li dijî rêveberê HDP'ê êrîşa bi kêran
Êrîşkarekî îro danê sibê ket hundirê avahiya HDP'ê, endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ahmet Karataş bi kêrê birîndar kir. Karataş ê qirika wî hat jêkirin rakirin Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê. Xeteriya li ser jiyana Karataş dewam dike.
Erîşkarek ket hundirê avahiya Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê û êrîşî endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ahmet Karataş kir. Êrîşkarê ku bi kêrê qirika Karataş jê kir, kêr li lingê wî jî birîndar kir.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, kesekî îro danê sibê ji Erzîromê hat Enqereyê, li telefona navenda HDP'ê geriya. Ji ber ku telefon bi sekreter ve hat girêdan, sekreter telefon vekir û agahî da.
Dûre, danê sibê êrîşkar hat avahiya li Kolana Mîthatpaşayê. Ahmet Karataş ên hingî li avahiya partiyê bû, derî vekir. Êrîşkar qirika Karataş jê kir û kêr li lingê wî jî da.
Ji ber şopa xwînê ya li perwazên pêlikan, êrîşkar ji avahiyê reviya û tê texmînkirin ku pelik bikar aniye.
Sekreterê ku ji bo vekirina avahiya partiyê danê sibê hat, li bûyerê rast aht û agahî da polîsan.
Lêkolîna polîsan a li cihê bûyerê dewam dike. Hat dîtin ku telefona êrîşkar li avahiya partiyê jê ketiye.
REWŞA KARATAŞ KRÎTÎK E
Karataş ê rakirin Nexweşxaneya Nimûne, rewşa wî krîtîk e.
Serokê Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê Orhan Çelebî der barê bûyerê de agahî da û diyar kir ku ew li bendê ne êrîş tavilê bê ronîkirin. Çelebî got, "Hînê em baş nizanin ka çi qewimiye. Lê belê piştî telefona kesekî ku gotiye wê danê sibê bê partiyê, êrîş rû da. Pêkane ku êrîş yekser li hemberÎ partiya me hatiye kirin. Di vir de em bang li hikûmetê dikin ku daxuyaniyên xwe yên der heqê HDP'ê de careke din di ber çavan re derbas bike."