Li Elmanyayê amadekariya 'greva herî demdirêj' a karkerên rêyên hesinî
Li Elmanyayê amadekariya 'greva herî demdirêj' a karkerên rêyên hesinî
Li Elmanyayê amadekariya 'greva herî demdirêj' a karkerên rêyên hesinî
Sendîkaya makînîstan GDL ku li Elmanyayê mafên xwe bidestnaxînin, bi biryarin biçin grevê. Piştî ku sendîkayê rest kişand, tê gotin ku li Elmanyayê dê greva herî dirêj ya dîrokê pêk bê.
Sendîkaya Makînîstên Elman (GDL) piştî civîna rêveberiyê daxuyaniyek da û diyar kir kir ku muzakereyên bi şîrketa Deutsche Bahn bi ser neketine û li ber derî rêbaza grevê hye. Sekreterê Giştî Claus Weselsky diyar kir ku despêkê dê girev di demek di cih de bê şopandin û wiha got: “Yek ji pêşniyara ku Deutsche Bahn kiriye de, dixwaze ku mafê beşek endamên sendîkayê ji dest bigire.
Greva ku êdî bûye meseleya roj û saetê, tê gotin ku dê gireva herî dirêj ya riyên hesinî be.
DEUTSCHE BAHN DÎSA SENDÎKA SÛCDAR KIR
Daxuyaniya ku ji aliyê Deutsche Bahn ve hatiye kirin de hat gotin ku helwesta sendîkaya GDL’ê bêberpirsyariye û rexneya ku sendîkayên dîroka grevê nedaye kir.
Ji duh sibê de nûçeyên ku hevdîtinên di navbera GDL û Deutsche Bahn de hatine kirin bi ser neketine hatin kirin. Deutsche Bahn di daxuyaniya xwe de diyar kir k udi muzakereyan de lihev dikirin lê di carekê de GDL’ê hevdîtin hatin birîn.
ÎDIAYA DÊ 91 SAETÊ GREV BIDOME
Rojnameya Bîld diyar kir ku greva ku hêj dîroka wê ne diyare, tê gotin ku dê greva herî dirêj ya dîrokê a Welat be. Rojnameyê îdia kir ku dê grev 91 saetê yanî 3 roj û 21 saetî bidome.
Sendîkaya GDL’ê di 17-20’ê cotmehê de 5 saetî di grevê de mabûn.