Li dijî germahiya global dem nema

Li dijî germahiya global dem nema

Neteweyên Yekbûyî (NY) di raporeke xwe de ragihand ku ji bo pêşîgirtina li bandora karesatên germahiya global dem kêm e û hişyarî destnîşan kir ku êdî hişyariya dawî tê dayîn.

Panela Guherîna Demsalê ya Navbera Hikûmetan ku ji bo der barê bandora germahiya global a hikûmetan de agahiyan bide hate sazkirin, de raporeke berfireh a der barê germahiya global de parve kirin. Rapor ji bo pêşerojê portreyek reş derdixe pêş.

Serokê Panelê Dr. Rajendra Pachaurî di daxuyaniya ku da de diyar kir ku ji bo rêjeya germahiya global du dereceyan di jêr de bigirin li pêş wan demeke gelek kurt maye û da zanîn ku ji bo bigihêjin hedefê divê emîsyonên karbonê ya global ji sedî 40-70 bikeve û wiha got: “Di 2100’an de divê sotemeniyên çavkaniyê fosîl bên terkkirin.

Pachaurî bi lêv kir ku pêşeroja mirovan di destê mirovan de ye û diyar kir ku di meha Kanûnê de di civîna ku li Parîsê pêk tê de hat gotin ku divê li ser peymana demsalî ya global lihev bikin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku sala buhrî emîsyonên karbondioksît gihiştiye 36 tonî û ev jî rekorê îfade dike û gihiştiye nuqteyeke ku nikare vegere.

Di raporê de derket holê ku tenê rastiyek heye û ev jî ji sala 1950’î heta niha rastiyên van pîvanên ku hatine kirin nîşan dide.

Tespîtên di raporê de derketin pêş

-Germahiya Global êdî rastiye aşkera ye. Cudahiyên di navbera pîvanên hatine kirin de vê derdixe holê.

-Atmosfer û okyonus îro ji berê zêdetir germ e. Qeşayên li ser cîhanê dihelin û rêjeya behrê her diçe bilind dibe.

-Emîsyonên karbonê êdî di nuqteya herî bilind a dîroka mirovahiyê de ye. Rêjeya karbondîoksîk a atmosferê, di rêjeya herî bilind a 800 sala dawî de ye.

-Ji destpêkê şoreşa sanayiyê heta niha rêjeya asîdê ji sedî 26 zêde bû.

-Li herêmên qutban di her 10 salan de ji sedî 3,5, 4,1 qeşa winda bû.