ENDAMA KOORDÎNASYONA KONGRA STAR
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 8’ê Çileyê ve li dijî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê ku ji bo siberoja gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî girîngiyeke mezin e, didome. Li hemberî êrîşên giran ê dagirkeriyê şervanên QSD/YPJ’ê li eniyan û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dora Bendava Tişrînê berxwedaneke bêhempa raber dikin.
Endama Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Jiyan Hisên a ku tevlî çalakiya nobetê ji bo parastina bendava Tişrînê bû û bû şahidê sekn û ruhê berxwedanê ji ANF’ê re axivî.
‘DAGIRKER BI AWAYEKÎ HOVANE ÊRÎŞ DIKIN’
Jiyan Hisên, da zanîn ku piştî hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyeyê dewleta Tirka dagirker û çeteyên wê bi awayekî hovane êrîşê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û got, “Bi taybetî piştî Minbicê bê navber êrîşê Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê dikin. Li hemberî van êrîşan şervanên QSD û YPJ’ê li eniyan berxwedaneke bêhempa raber dikin. Gelên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştgirî bidin şervanên xwe bêhtirî 20 roj in li Bendava Tişrînê çalakiya nobetê dane destpêkirin û bi awayekî dorveger ev çalakî didome. Gel ji bo parastina xak, av û elektrîka xwe sekneke ku mînaka wê nîne raber dikin.”
‘ARMANCA ÊRÎŞAN ASTENGKIRINA GEL E’
Jiyan Hisên, diyar kir ku gelên li herêmê ji bajarên cuda tevlî çalakiyê dibin û wiha domand, “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo pêşî li çalakiya gel bigirin, her roj êrîşê sivîlan dikin. Di encama van êrîşan de bi dehan sivîl şehîd bûn û bi sedan jî birîndar bûn. Bi top, balafirên şer û balafirên bêmirov ên bombebarkirî bi awayekî eşkere êrîşê sivîlan dike. Armanca wan pêşî girtina gel e. Lê belê gel bi sekna xwe ya berxwedêr bersiveke xurt dide dagirkeran.”
Jiyan Hisên, behsa hevgirtina gel a ji bo parastina herêmên xwe kir û anî ziman ku tevî êrîşên dijwar û berdêlên tên dayîn jî gel di çalakiya xwe de bi israr e. Jiyan Hisên got, “Îradeyeke xurt raber dikin. Dibêjin eger wesayît nebin jî em ê bi meşê xwe bigihînin Bendavê û parastina wê bikin. Ev sekn û peyameke xurt e. Di têkoşîn û berxwedanê de israrek mezin heye.”
‘BERXWEDANA GEL HÊZ DIDE ŞERVANÊN LI ENIYAN’
Jiyan Hisên, bal kişand ser berxwedana şervanên QSD/YPJ’ê ya dîrokî û wiha got, “Şervanên QSD û YPJ’ê di wan eniyan de ev zêdetirî du meh in li hemberî her cure êrîş berxwedanek dîrokî raber dikin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê her cure çek li hemberî şervanên me bikar tîne. Ne şerek ji rêzê ye. Li Bendava Tişrînê şerê gel ê şoreşgerî bi hevgirtin û xwedî derketina gel pêk tê.”
Jiyan Hisên, destnîşan kir ku sekn û berxwedana gel ya li hemberî êrîşan jî hêzeke xurt dide şervanên li eniyan şer dikin û wiha dewam kir, “Li Bendava Tişrînê li dijî êrîşan gel bi gerandina govenda azadiyê û berzkirina dirûşmeyan bersiv didin. Dewleta Tirk top dibarîne lê dayikên me bi tilîliyên xwe bersiv didin wan.”
Jiyan Hisên, destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê xwedî li destketiyên xwe derkevin û wiha dawî li gotina xwe anî, “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şervanên li eniyan bi yek rihê peyama xwe ya berxwedanê raber kirin. 13 sal in têkoşîneke dijwar tê meşandin. Çawa Kobanê di sala 2014'an de di cîhanê de deng veda, wê di sala 2025'an de Bendava Tişrînê bi berxwedan, sekn û hebûna gelê xwe û şervanên xwe dîsa li Bakur û Rojhilata Sûriyê ji bo parastina ax, av û elektrîka xwe berxwedaneke dîrokî raber bikin.”