Cenazeyên şehîd Dildar û Kendal li Dirbêsiyê hatin veşartin

Bi sedan xelkê bajarê Dirbêsiyê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cenazeyên 2 şervanên QSDˋê şehîd Dildar Dirbêsiyê û Kendal Kobanê veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarê Dirbêsiyê cenazeyên her du şervanên Hêzên Sûrya Demokratîk (QSD) şehîd Dildar Dirbêsiyê (Fehed Eyûb) û Kendal Kobanê (Lorens Mehmûd) li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî a gundê Berkevirê oxir kirin.

Şervan Lorens Mehmûd di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî bajarê Zirganê yên 1ˋê Sibatê de şehîd bû û di heman rojê de jî şervan Fehed Eyûb dema li Hesekê li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê Foza Yûsif axivî û got: "Divê em rastî û timayên dijmin baş bizanin û têkoşîna xwe li hemberê bilind bikin. Her wiha piştgiriya QSDˋê li dijî êrişan bikin."

Li aliyekî din jî endamê Meclisa Leşkerî ya Amûdê Omran Orkêş axivî û got: "Em çekên xwe ku bi wan parastina rûmet û hebûna xwe dikin bernadin. Hevgirtina gelan û berxwedan QSDˋê rêbazên pêkanîna serkeftinê ne."

Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.