Li Parîsê hevdîtina gel: Dema xwe gihandina rastiya gelê birêxistinkirî ye

Parlementerê DEM Partiyê Cengîz Çîçek tevlî hevdîtina li banliyoya Drancy a paytext Parîsê bû û wiha got, “Dem hatiye ku têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin û pêngavê bikin. Ger em bi vê hişmendiiyê tevbiherin em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bigihin azad

Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê ji aliyê Meclîsa Gel a Demokratîk a Drancyê ve hevdtina gel hate lidarxistin.

Parlementerê DEM Partî yê Stenbolê Cengîz Çîçek tevlî hevdîtinê bû û têkildarî pêvajoya çareseriyê ku Rêber Apo dixwaze pêş bixe û nîqaşên li derdora wê tê kirin agahî da.

Cengîz Çîçek wiha got: “Li Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn pêvajoyeke girîng tê jiyîn. Di wateya giştî de di pergala modernîteya kapîtalîst de xitimandinek heye. Bi taybetî ev xitimandin li Rojhilata Navîn hê zêdetir tê hîs kirin. Tam jî di vê demê de bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin çêbûn. Perspektîf û pêşniyarên çareseriyê yên pir cidî yên Birêz Abdullah Ocalan li ser Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê heye. Di hevdîtinên dawî de jî vê yekê careke din nîşan da. Divê pergala Îmraliyê bê tunekirin. Divê Birêz Ocalan di şert û mercên azadiya fîzîkî de xebat bimeşîne. Divê pêşiya siyaseta demokratîk vebibe, pirsgirêka Kurd di zemîna demokratîk de çareser bibe. Ji ber vê jî divê zemîna hiqûqî û siyasî hebe. Bi xwe jî balê kişand ser vê yekê. Divê em jî ji bo çêbûna van şert û mercan têbikoşin. Ev ne dema sekinînê ye, ne dema temaşekirinê ye. Dem hatiye ku têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin û pêngavê bikin. Ger em bi vê hişmendiiyê tevbigerin em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bigihijin azadiyê.”

Hevserokê Meclîsa Gel a Drancyê Cûma Subaşi ku di dawiya civînê de mafê axaftinê girt spasiya Cengîz Çîçek kir û banga tevlîbûnê ji bo meş û mitînga ku wê di 15’ê Sibatê de li Strasbourgê bê lidarxistin kir.