Li Amedê 2 xwendekarên zanîngehê hatin girtin
Li Amedê 2 xwendekarên zanîngehê hatin girtin
Li Amedê 2 xwendekarên zanîngehê hatin girtin
Xwendekarê pola 2. a Beşa Sosyolojiyê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Dîcleyê Bûrhan Atîz û xwendekarê pola 2. a Beşa Çandiniyê ya Dibistana Bilind a Pîşeyî Serkan Ozkan ên piştî meşa 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li kolana Hatboyû ya navçeya Baglarê hatin binçavkirin, hatin girtin.
Xwendekara Beşa Hesabgiriyê Bêrîvan Guzel nerazîbûn nîşanî girtina hevalên xwe da û anî ziman ku hevalên wê dema dimeşiyan bi awayekî kêfî hatine binçavkirin û piştî rojekê jî hatine girtin. Parêzera xwendekarên hatin girtin Bahar Oktay diyar kir ku di gilînameya polîsan a li ser girtinê de ti delîlek ji bo girtinê nîne û destnîşan kir ku ew ê li dijî biryara girtinê derkevin.
Guzel da zanîn ku li gel hevalên wê 6 kesên din jî hatine girtin û di nava wan de zarokên 13-14 salî jî hene.