Lehengên destpêkê yên berxwedana destanî ya Kobanê
Lehengên destpêkê yên berxwedana destanî ya Kobanê
Lehengên destpêkê yên berxwedana destanî ya Kobanê
Şervanên YPG'ê yên di rojên destpêkê yên berxwedana Kobanê de, ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn dorpêçkirin, bi rêya cîhazên ragihandinê ji hevalên xwe re axivîn, peyama "Em ê ti carî teslîm nebin" dan. 11 şervan weke lehengên destpêkê yên destana berxwedana Kobanê cih girtin.
Di rojên destpêkê yê berxwedana Kobanê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşên dijwar pêk anîn û di 11 şervanên YPG-YPJ’ê ku di dibistana gund de bûn dorpêç kirin. Lê şervanan li ber xwe da û piştî saetan şûnde çeteyan dibistan da ber agir. Di vê navberê de 11 şervanan bi rêya cîhazên ragihandinê bang li hevalên xwe kirin û gotin, ‘Em teqez teslîm nabin.’11 şervan wek qehremanên yekemîn ên destana berxwedana Kobanê hatin hilbijartin.
DAIŞ’ê di 15’ê Îlonê de êrîşên xwe yên li dijî Kobanê dan destpêkirin û di rojên destpêkê yên pevçûnan de li gundê Serzorê koma YPG-YPJ ya ji Peyman, Berfîn, Ciwan, Serhildan, Mizgin, Rodî û kesên din yên me navê wan hîn nekir, pêk dihat ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin dorpêç kirin. Şervanên ku di dibistanê de tên dorpêçkirin li dora dibistanê du tank tên bicihkirin û çete dibînin ku şervan teslîm nabin agir berdidin dibistanê. Dema agir berdidin dibistanê jî qehremaniyeke mezin tê nîşandan. Fermandarê şervanan bi telsizê dibêjin: “Em ti car teslîm nabin, ji ber ku em nikarin têr şer bikin me efû bikin."
Fermandara YPG-YPJ Meryem Kobanê der barê mijarê de wiha got: “Ew yekem qehremanên vê berxwedanê ne. Ya ji me re dimîne jî em vê berxwedana wan bigihînin serkeftinê.
BI BERXWEDANÊ BERSIV DANÊ
Meryek Kobanê da zanîn ku roja destpêkê êrîşan destpê kir yanî 15’ê Îlonê li eniya rojhilatê li gundê Serzorê 5 jê jin 11 hevalên me di dibistanekê de hatin dorpêçkirin. Kobanê wiha got: “Heval Peyman, Berfîn, Mizgin, Rodî, Ciwan, Serhildan û 5 kesên din di şeva 15’ê Îlonê de saet li dora 03.00’an de di dibistana gund de ji aliyê çeteyan ve hatin dorpêçkirin. Hevalan di destpêka pevçûnê de bi telsizê diaxivîn. DAIŞ ber bi sibehê du tank li ber dibistanê bicih kirin. Banga teslimiyetê li hevalan dikirin. Hevalan jî bi dirûşman bersiv dan û me jî bersiva wan ji teslizê guhdar dikir. Hevalên me ti car teslîm nebûn û berxwedan heta 16'ê Îlonê saet dora nîvro berdewam kir."
DU HEVALÊN ME ŞEHÎD KETIN
Kobanê bi lêv kir ku derfetên wan ên ku alîkariyê bibin ji hevalên xwe re tunebû û wiha got: “Me çend caran ceriband, tankan ev asteng dikir, lê hevalên me yê piştgirî dibirin jî şehîd ketin. Çeteyên DAIŞ’ê jî dîtin ku nikarin hevalan bigirin, dibistan dan ber agir.
EM JI WE Û WELATÊ WE HEZ DIKIN
Meryem Kobanê destnîşan kir ku dema dibistan dane ber agir ji koma li hundir fermandar Rodî bi telsîzê xîtabî wan kiriye û got: “Hevalên me di telsizê de gotin; hevalno dibe ku di pêvajoya têkoşîna me de me hev şikesdibe. Ji kerema xwe re me efû bikin. Em we yek bi yek hembêz dikin. We maçî dikin. Em gelek ji we hez dikin. Dibe ku me peywira xwe ya ketiye ser milê me baş neaniye cih. Me heta dawiyê Kobanê bi we re ne parast. DAIŞ wê teqez me sax negire dest. Em gelek ji Kobanê û gelê wê hez dikin.’
Kobanê bi lêv kir ku şervan heta dawiya guleyan keniyane û pevçûn saet ji 03.00’an heta nîvro berdewam kiriye û got: “Ew heta dawiyê bi me re axivîn. Tevî ku dizanibûn wê bimirin jî dengê wan, moralê wan qet neket. Vê qehremaniya wan nîşan da ku dijminê me çiqas hov dibe bila hov be nikare îradeya şervanên me bişikînin.”