Kurd beşdar nebin pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser nabin

Kurd beşdar nebin pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser nabin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku bi têkoşîna li dijî DAIŞ'ê re pirsgirêkên Kurdan derbasî qada navneteweyî bûne û got, "Kurd li Rojhilata Navîn hêza diyarker e. Bêyî Kurdan pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser nabin. Ji bo Rojhilata Navîn a nû divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, ji Michael Volker ê ji rojnameya Awûstûryayê Der Standard re axivî û der barê berxwedana Kobanê ya di rojên dawî de di rojeva tevahiya cîhanê de ye, nirxandin kir.

Bayik li ser berxwedana Kobanê, hevkariya Tirkiye-DAIŞ'ê, pêvajoya çareseriyê û hêzên navneteweyî de nêrînên xwe anî ziman, rojnameya Awûstûryayê jî cihekî berfireh jê re veqetand.

Bayik diyar kir ku desteka Tirkiye dide çeteyên DAIŞ'ê şerê li Kobanê dijwar kiriye û got, "Yekîneyên taybet ên Tirk bi terorîstên DAIŞ'ê re dixebitin. Li Başûrê Kurdistanê herêmeke otonom ava bû û niha dor a Rojava ye. Piştî wê jî Tirkiye tê, divê ji Kurdan re statuyek bê naskirin. Tirkiye jî bi bikaranîna hemû derfetên xwe re dixwaze pêşî li vê bigire. Tirkiye dixwaze rêxistinbûyînên (li Rojava) tên pêşxistin, ji holê rake û ji bo vê jî DAIŞ'ê bikar tîne. Bi rêya DAIŞ'ê dixwaze bandora xwe ya li ser Rojhilata Navîn xurtir bike. Li gel vê jî dixwaze Kurdan qurban bike.

Her kes li bendê bû ku di nava hefteyekê de têk biçe. Wê Kurd qetil bikira û ji cih û warên wan bikira. Lê ev nebû. Berxwedana li Kobanê gelekî xurt e. Em dest ji bajêr (Kobanê) bernedin!"

DI GUHERTINA TAKTÎKA TIRKIYEYÊ DE BERXWEDAN Û ZEXTA NAVNETEWEYÎ XWEDÎ BANDOR IN

Der barê pirsa li ser derbasbûna pêşmergeyan di ser Tirkiyeyê re Bayik da xuyakirin ku ev yek, di encama berxwedana Kobanê, neketina bajêr û zexta navneteweyî de guhertina taktîkê ye. Bayik wiha axivî: "Dema plana Tirkiyeyê ya ji bo ketina Kobanê bi ser neket û zexta navneteweyî bi destê DYA û Ewropa zêde bû, Tirkiyeyê taktîk guherand. Parçeyekî vê taktîkê jî, destûrdayîna ji derbasbûna nûnerên Pêşmerge û Artêşa Sûriyeya Azad ji bo Kobanê bû.

Erdogan di destpêkê de dixwest, koalîsyona navneteweyî mîna dijberiya DAIŞ'ê li hemberî YPG û PKK'ê jî têbikoş e. Amerîkiyan ev qebûl nekirin; destek dan YPG'ê. Di guhertina taktîka Tirkiyeyê de DYA xwedî pareke mezin e."

ALÎKARIYA ÇEKAN BINKETINA DÎPLOMATÎK A TIRKIYEYÊ YE

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik alîkariya çekan a DYA ya ji bo hêzên YPG'ê bibîr xist û destnîşan kir ku ev rewş tê wateya têkçûna dîplomatîk a Tirkiyeyê. Bayik ragihand ku di navbera armancên DYA-Ewropa û Tirkiyeyê de dijberiyên cidî hene. 

Bayik axaftina xwe wiha dewam kir: "(Alîkariya çekan a ji bo YPG'ê) ji bo Tirkiyeyê têkçûneke mezin e. Di navbera armancên DYA-Ewropa û Tirkiyeyê de dijberiyên cidî hene. DYA û Ewropa dixwazin li dijî DAIŞ'ê şer were meşandin, lê Tirkiye li hemberî vê destekê dide DAIŞ'ê û li dijî Kurdan dide şerkirin. Bi vê helwesta xwe re Tirkiye ji bo Amerîkî û Ewropayan bû barek.

"EM DESTEKA PÊŞMERGEYAN SILAV DIKIN"

Tirkiye niha dixwaze bi awayekî din biceribîne. Dît ku bi êrîşên li hemberî Kobanê re Kurd bûn yek û xurtir bû. Niha jî li bendê ye ku li ser hebûna pêşmerge ya li Kobanê re pirsgirêkê derxîne."

Li ser pirsekê Cemîl Bayik da xuyakirin ku pirsgirêka wan a pênebaweriya Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê nîne û got, "Hêzen me li gelek eniyan li gel hev şer dikin. Em li eniya hevpar hatin cem hev û vê yekê bersiveke erênî di nava gelê me de dît. Ji ber vê yekê, em desteka Pêşmergeyan a li berxwedana me ya li Kobanê, silav dikin."

"FIROTINA JINÊ FIROTINA MIROVAHIYÊ YE"

Cemîl Bayik diyar kir ku DAIŞ rêxistineke li derveyî mirovahiyê ye û destnîşan kir ku mejiyekî jinê difiroşe 'mirovahiyê difiroşe'. Bayik wiha axivî: "Em li Kobanê ji bo mirovahiyê têdikoş in. DAIŞ jî li dijî mirovahiyê ye, li dijî jinê ye. Firotina jinê tê wateya 'firotina mirovahiyê'. Kolekirina jinê kolekirina mirovahiyê ye.

DAIŞ, bi dagirkirina hin herêman re bi tenê naxwaze wan deveran kontrol bike, di heman demê de ji aliyê etnîkî ve xalî dike. Kurdên Êzidî yên li Şengalê qetil kirin, sirgûn kirin. Xiristiyan û hindikahiyên din ên li Mûsil û derdora wê dijiyan qetil kirin. Heman tiştî li Kobanê diceribînin, dixwazin Kurdan bi temamî ji wir derxînin.

Em ê destûrê nedin vê. Çarenûsa Kobanê di heman demê de wê bibe çarnûsa DAIŞ'ê. Lê divê tiştek were zanîn, ku Tirkiyeyê deriyên Kobanê li DAIŞ'ê vekir.

"POLÎTÎKA DERVE YA ERDOGAN TIRKIYEYÊ BER BI TENÊMAYÎN Û ŞERÊ NAVXWEYÎ DIBE"

Cemîl Bayik ragihand ku pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê nabe ji Kobanê cuda bê nirxandin û anî ziman ku bendemayîna siyaseteke aştiyane ji AKP'ê ya destekê dide DAIŞ'ê, helwesteke 'safikî' ye. Bayik di vê mijarê de ev xal destnîşan kir: "Kurd li hemû herêmên welêt rabûn ser piyan û destekê didin berxwedana li Kobanê. Ev berxwedan têkoşîna mirovahî, xwişk-biratî û pir olî ye. DAIŞ jî li hemberî van hemû nirxan e. Eger AKP destekê dide siyaseta DAIŞ'ê, wê rewşeke 'safikî' be ku mirov li bendê bin ev siyaset ji bo aştiyê bimeşe. Polîtîkaya Erdogan dimeşîne Tirkiyeyê ber bi îzolasyon û şerê navxweyî yê li welêt dibe."

Bayik diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya aştiyê bi hewldanên yekalî, li gel hemû neyîniyan jî dimeşîne û ragihand ku armanca wan parastina agirbestê û çareseriya aştiyane ya pirsgirêkê ye. Bayik bal kişand ser sozên AKP'ê yên li ser pêvajoyê û got, "Ji AKP'ê bi tenê sozên vala hatin dayîn. AKP'ê her kes xapand; daxwazeke xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêkê nîne. Ji bo tinekirina PKK'ê hewl dide demê bi dest bixe. Nikare xwe li berxwedanê rabigire, bi tundî bersivê dide gelê sivîl, çalakiyan, rojnamevan û mûxalefeta rexneyan dike. Û AKP hewl dide tevahiya navgînin dewletê bixin bin kontrola xwe."

"HEWLDANÊN YEKALÎ SÎNORÊ XWE HEYE"

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê careke anî ziman ku pêvajoya çareseriyê di qonaxeke krîtîk de ye û ragihand ku li pêşberî daxwazên wan ên ji bo avêtina gavê, Tirkiye ne amade ye. Bayik, der barê berxwedana sivîl û êrîşên dewletê yên li hemberî gel de gelê Kurd hişyar kir û da zanîn ku niyeteke wan a careke din li dijî Tirkikyeyê şer bike nîne, lê belê 'hewldanên yekalî xwedî sînor in'.

Bayik destnîşan kir ku eger êrîşên li hemberî gel dewam bikin, wê gerîla careke din bikeve dewrê û got, "Tevahiya cîhan şahid e ku em agirbestê, çareseriya aştiyane ya pirsgirêkê dixwazin. Lê belê eger Tirkiye alternatîfeke din ji me re nehêle, em ê xwe biparêzin."

Bayik diyar kir ku li pêşberî polîtîkayên mijûlkirinê yên Tirkiyeyê li şûna xwe sekinandin tê wateya 'teslîmiyetê' û ev hişyarî da; "Bila kes ne li bendê be ku tevgerek ji ber zextên li Kurdan hatin kirin derket holê teslîm bibe."

Bayik bi van gotinan, daxwaza xwe û Kurdan a ji bo pêvajoya aştiyê anî ziman: "Li Kobanê tevgereke nû ya azadiyê derdikeve holê û Kurd li pişt vî bajarî dibin yek. Ev berxwedan bandorê li raya giştî û civaka navneteweyî jî dike û di heman demê de li hemberî Tirkiyeyê serhildaneke.

Di dawiya dawî de niha bi awayekî cidî nîqaş tên kirin ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst bê derxistin. Em dixwazin pêvajoya aştiyê dewam bike û ev jî ne taktîk e. Em di wê baweriyê de ne ku ev pirsgirêk bi tenê bi rêya aştiyane dikare bê çareserkirin. Bi salan me şer kirin. Ne Tirkiye, ne jî em bi vî şerî negihaştin armanca xwe. Bi şer çareserî nabe û ji ber vê yekê divê çareseriyeke siyasî hebe. Dem dema avêtina gaveke di vî warî de ye."

"DIVÊ HÊZEKE SÊYEMÎN BIBE ÇAVDÊRÊ PÊVAJOYÊ"

Cemîl Bayik diyar kir ku di rewşa heyî de ew dixwazin hêzeke sêyemîn çavdêriyê li pêvajoyê bike û got, "Ev dikare DYA be. Heyetek navneteweyî be. Pêwîstî bi navbeynkaran, bi çavdêran heye. Em dikarin Amerîkiyan jî (weke çavdêr) qebûl bikin û bi qasî ku em dibînin rêveçûnek ber bi wî alî ve heye.

BÊYÎ KURDAN LI ROJHILATA NAVÎN PIRSGIRÊK ÇARESER NABE

Li ser bibîrxistina sempatiya li qada navneteweyî ji bo Kurdan derketiye holê Bayik anî ziman ku pirsgirêka Kurd di heman demê de pirsgirêkeke navneteweyî ye. Bayik herî dawî ev nirxandin kir: "Em bawerin ku ev şer wêneyê (rastî) PKK'ê sererast kiriye. Pirsgirêka Kurd bi tenê pirsgirêka Tirkiyeyê nîne, pirsgirêkek navneteweyî ye û divê çareseriya wê jî navneteweyî be.

PKK wê bibe parçeyek ji vê çareseriyê. Kurd li Rojhilata Navîn hêzeke diyarker e. Hunera organîzebûyî ya Kurdan, bi giranî bi bandora PKK'ê derketiye holê. Kurd beşdar nebe, bêyî Kurdan pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser nabin. Ji bo jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn divê pirsgirêka Kurd çareser bibe."