KNB: Heta Rojhilata Navîn azad bibe divê em bi hev re têbikoş in

KNB: Heta Rojhilata Navîn azad bibe divê em bi hev re têbikoş in

Desteya Serokatiyê ya Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (KNB) di daxuyaniya di nivîskî ya bi wesîleya "1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê" dayî de, li ser navê Gelê Asûrî-Suryanî-Aramî-Keldanî, berxwedêrên li Kobanê ji bo azadiya gelên bindest şer dikin, silav kir.

Di daxuyaniyê de girseyên gel ên di 1'ê Mijdarê de li çar aliyên cîhanê ji bo piştgirîdayîna Kobanê, Şengalê û Deşta Nînovayê rabûn ser piyan hatin pîrozkirin û hat gotin, "Divê em bi hev re li dijî hovîtiya DAIŞ'ê hêza xwe bikin yek, bi hêviyên mezin ber bi pêşerojê ve bimeşin."

Di daxuyaniya KNB de hat ragihandin ku hêzên tarî û hov di hin demên dîrokê de li hemberî gelên Rojhilata Navîn qirkirin pêk anîne û hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ'ê yên weke hêza dawî ya hêzên tarî tên dîtin hemû mirovên ji ol, mezheb û qewmên cuda dijmin îlan kirine, li Iraq, Sûriye û Lubnanê komkujiyên hovane dikin û terorê dimeşînin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku hin dewletên xwedî mejiyê DAIŞ'ê hînê destekê didin van çeteyan û ev xal hat destnîşankirin:

"Mirina li ser gelan tê ferzkirin, guhertina demografîk, koledarî û mêtîngerî qeder nîne. Dem hatiye ku awî li zilm û barbariya komên cîhadî yên tund û hêzên bi îdeolojiyên nîjadperest ên dîktatoriyê tevdigerin, bê anîn. Ji ber ve yekê berxwedana Kobanê berxwedana azadî û jiyana bi rûmet a gelan e. Em bawerin ku bi piştevaniya hemû hêzên cîhanê re em ê hêzên bi mejiyê tarî yên li Rojhilata Navîn têk bibin û nehêlin ku li dijî mirovahiyê xetere bin. Ji ber ku hemû gel, hêzên demokrat ên pêşverû û raya giştî ya hemdem a navneteweyî û dewletên pêşketî, yekemcar bi hev re di qata global de têdikoş in. Lewma pêşeroja Rojhilata Navîn ronî ye. Kurd, Suryanî, Laz, Çerkez, Ermenî, Tirkmen, Ereb, Mehelmî, Çeçen, Xiristiyan, Êzidî, Kakaî, Şebek, Mandaî, Durzî, Elewî û hemû olên din ên etnîkî wê azadiya nasnameya xwe bi dest bixin û bi ahengiya bi gelên cîhanê re Rojhilata Navîn jinûve ava bikin."

KNB da xuyakirin ku berxwedana Kobanê wê weke mezintirîn berxwedana sedsalê di rûpelên dîrokê de cih bigire û bandorê li sedsala pêş bike. Di daxuyaniyê de ht ragihandin ku 1'ê Mijdarê weke roja serhildana mirovahiyê ya li dijî zilmê derbasî nav rûpelên dîrokê bûye û hat gotin, "Di kesayetiya Kobanê de heta Rojhilata Navîn azad bibe, dive em bi hev re têbikoş in."