KESK, DÎSK, TTB û TMMOB: Qeyyûm darbeyeke siyasî ye

KESK, DÎSK, TTB û TMMOB’ê diyar kirin ku desteserbikirina bi destê qeyyûman cînayeta demokrasiyê û darbeyeke siyasî ye.

Konfederasyona Sendîkaya Karkeran a Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Raya Giştî (KESK), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB) derbarê desteserkirina şaredariyên HDP’ê daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku “Li welatê ku qeyyûm lê hebe, mirov nikare qala demokrasiyê bike. Divê dev ji vê darbeya sivîl were berdan, hevşaredarên bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê, û endamên meclîsa van şaredariyan vegerin ser karê xwe. Mafê tu kesî tuneye ku demokrasiyê bin pê bike û îpotekê deyne ser îradeya demokratîk a gel.

Hevşaredarên bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê bi dengê bi milyon kesan hatine hilbijartin. Jikarstendina van şaredaran û peywirdarkirina qeyyûman cînayeta demokrasiyê ye û ev darbeyeke siyasî ye. Em dizanin ku bi polîtîkaya qeyyûmtiyê re hewl didin çavê hemû kesan bitirsînin. Em careke din bang dikin ku divê dev ji vê darbeya li ser îradeya gelan berdin û divê hevşaredarên bajarê mezin a Amed, Wan û Mêrdînê vegerin ser karê xwe yê hevşaredariyê.”