Kesên li Isparta û Ermenek jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn

Kesên li Isparta û Ermenek jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn

Malbatên Karkerên li Edaletê digerin çalakiya xwe ya her meh li dar dixin a "Nobeta Edalet û Wijdan" diyarî  karkerên li Ermenek û Ispartayê jiyana xwe ji dest dan kirin.

Malbatên Karkerên Li edaletê digerin her meh roja yekemîn a Yekşemê çalakiya bi navê "Nobeta Edalet û Wijdan" li Kolana Îstîklalê bi meşekê li dar xistin. Malbat li Taksîm Tramvayê hatin cem hev û xwestin bimeşin, lê polîsên sivîl destûr nedan meşê. Piştre malbat çûn ber Balyozxaneya Fransayê û li wir dest bi meşê kirin. Di meşê de dowîzên têkildarî komkujiyên karkeran hilgirtin û di heman mijarê de dirûşm berz kirin.

Li ser navê malbatan birayê Eren Eroglu (17) ê ku li Esenyurtê jiyana xwe ji dest da Nazmî Eroglu daxuyanî xwend. Eroglu, diyar kir ku ew dixwazin hêviya xwe ya ji bo karkerên di kana komurê ya li navçeya Ermenekê ya Karamanê de asê mane bidomînin û wiha got: "Ji jiyana karkerên ji bo nanê xwe dixebitin karsaz û hikûmeta AKP'ê berpirsiyar e." Eroglu bal kişand ser qezaya li Ispartayê ya 17 karkerên demsalê jiyana xwe ji dest dan. Eroglu, da zanîn ku ew nobeta xwe ya meha Mijdarê diyarî karkerên jiyana xwe ji dest dane û  yên di bin rîskê de ne kirine.